Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê li Bakurê Kurdistanê anketekê kir.
Navendê ragihand, 86,7 ji % gelê Bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya Kurdî dike.
Li gorî anketê, 60,8 welatî di nava malê de bi Kurdî diaxivin.
Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê li ser helwestên gel a ji bo ziman û nasnameya etnîk anketekê (rapirsî) kir.
Navendê ragihand, 86,7 ji % gelê Bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya Kurdî dike.
Anket li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, bi 2 hezar 443 kesan re hatiye kirin.
Parêzgehên anket lê hatiye kirin ev in:
Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Batman, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdir.
Anket derxist holê 85,2 ji % welatiyên li 15 parêzgehan Kurd in.
Rêjeya welatiyên mayî û nasnameya wan a etnîk wiha ye:
9 ji % Tirk, 4,3 ji % Ereb, 0,2 ji % Ermen û 0,2 ji % jî Suryan in
Kîjan ziman tên bikaranîn?
Bikaranîna ziman a ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê wiha ye:
- 60,8 ji % Kurdî
- 26,2 ji % Tirkî
- 9 ji % Kurdî-Tirkî
- 0,9 ji % Azerî
Qismeke gelek biçûk a welatiyan jî di mala xwe de bi zimanên Suryanî û Ermenî diaxivin.
Daxwaza perwerdeya Kurdî
Bi gotineke din, piraniya Kurdên li Bakur daxwaza perwerdeya bi Kurdî dikin.
Aliyê herî balkêş ê anketê daxwaza mezin a ji bo perwerdeya bi Kurdî ye.
86,7 ji % welatiyên li Bakurê Kurdistanê bi zelalî diyar kirine, ew ji bo zarokên xwe perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin.
Bi gotineke din, piraniya Kurdên li Bakur daxwaza perwerdeya bi Kurdî dikin.
Infowelat
Infografî: Ev înfografî ji malpera Rûdawî hatiye wergirtin.