Bankeya New Zealandê zimanê maorî parast

Hukumeta New Zealandê dixwaze bikaranîna zimanê maorî ya di saziyên fermî de asteng bike.

Bankeya Navendî ya New Zealandê (RBNZ) diyar kir, ew ê bikaranîna Maorî berdewam bike.

Hukumeta New Zealandê dixwaze bikaranîna zimanê maorî ya di saziyên fermî de asteng bike.

Ev jî ligel maoriyan, rastî reaksiyonên di nava burokrasiyê de tê.

Bankeya Navendî ya New Zealandê (RBNZ) diyar kir, ew ê bikaranîna Maorî berdewam bike.

Serokê bankeyê  Adrian Orr di civîna îro ya bankeyê de bersiva midaxaleya hukumetê da.

Orr got, ew ê banke navê maorî ya ji bo RBNZyê bikar bîne.

Di belgeyên fermî yên bankeyê de tevî îngilîzî navê “Te Putea Matua” ya Maorî jî tê bikaranîn.

Serokwezîra berê Jacinda Ardern pêşiya bikaranîna maorî ya di belgeyên fermî de vekiribû.

Lêbelê hukumeta koalîsyona rastgir dixwaze biryarên ji bo wekheviya zimanan hatine girtin betal bike.

Têkoşîna maoriyan 

Maorî di sedsala 20. de ji bo mafên neteweyî dest bi têkoşînî kirin.

Di 1987’an de zimanê maorî ligel îngilîzî bû zimanê fermî.

Maorî di dema kolonyalîzma zêdetirî 200 salan a Brîtanî de rastî polîtîkayên cudaxwaziyê hatin.

Erdên vî gelê otokton ê New Zealandê hatin dagirkirin û bikaranîna îngîlîzî li welêt hat ferzkirin.

Maorî di sedsala 20. de ji bo mafên neteweyî dest bi têkoşînê kirin.

Di 1987’an de zimanê maorî ligel îngilîzî bû zimanê fermî.

Ji bo temsîliyeta maoriyan 7 ji 120 kursiyên Parlamentoya New Zealandê ji bo maoriyan hatin veqetandin.

Herwiha, kanaleke televîzyonê ya bi navê Maori-TV bi zimanê maorî dest bi weşanê kir.

Di salên dawî de nûnerên maorî di siyaseta xwecîhî û navendî de hebûna xwe zêde kirin.

Adrian Orr. Serokê Bankeya Navendî ya New Zealandê. /Foto: Malpera bankeyê

Di 2020’an de siyasetmedara maorî Nanaiya Mahûta bû wezîra karên derve yê welêt.

Infowelat

————————

Foto: Li ser pereyên New Zealandê navê RBNZYê bi zimanê maorî jî tê nivîsandin. /Jêder: Picclick.com.au

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …