Dîplomasiya ji bo fermîbûna katalanî berdewam e

Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin.

Biryara taloqkirinê li ser daxwaza Îspanyayê hat girtin.

Îspanya ji ber fikara ku pêşniyaza fermîbûnê wê bê redkirin vê daxwazê kiriye.

Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin.

Dengdan di civîna Konseya Meseleyên Giştî ya duh de wê pêk bihatana.

Biryara taloqkirinê li ser daxwaza Îspanyayê hat girtin.

Civîna duh, şensê dawî bû ji bo fermîbûna katalanî, baskî û galîsî.

Tê ragihandin, Îspanya ji ber fikara ku pêşniyaza fermîbûna zimanên navborî wê bê redkirin vê daxwazê kiriye.

Beriya civînê, hin endamên Yekitiya Ewrûpayê gumanên xwe yên derbarê çarçoveya hiqûqî, siyasî û mesrefên ji bo fermîbûnê îfade kiribûn.

Meseleya fermîbûna katalanî, baskî û galîsî ji tebaxê û vir ve di rojeva Konseya Ewrûpayê de ye.

Hin endamên Yekitiya Ewrûpayê ji ber fikara wê rê li ber fermîbûna zimanên din veke li hember vê daxwazê disekinin.

Aliyekî girîng ê fermîbûna zimanên Îspanyayê mesrefên piştî fermîbûnê ne.

Meseleya giring aborî ye

Komîsyona Ewrûpayê texmîn dike, salane ji bo her sê zimanan wê 132 milyon euro bê terxankirin.

Komîsyona Ewrûpayê texmîn dike, salane ji bo her sê zimanan wê 132 milyon euro bê terxankirin.

Bi gotineke din, buhayê fermîbûnê ji bo her yek ji zimanan wê 44 milyon euro be.

Îspanya diyar dike, ew amade ye mesrefên ji bo fermîbûna her sê zimanan bide.

Hejmara welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê 27’in.

24 zimanên welatên endam zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê ne.

Ji bo zimanekî di saziyên Ewrûpayê de bibe fermî divê hemû 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê dengê erênî bidin.

Infowelat

—————————-

Foto: Elperiodico.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …