Burkina Faso statuya fransî betal kir

Burkina Faso biryar da dawî li statuya fermî ya fransî bîne.

Bi vê qanûnê, fransî statuya xwe winda kir û wekî “zimanê xebatê” hat pênasekirin.

Fransî di nava welatên li rojavayê Afrîkayê statuya xwe sal bi sal winda dike.

Burkina Faso biryar da dawî li statuya fermî ya fransî bîne.

Lîjneya Wezîran a Burkina Fasoyê roja çarşemê qanûna derbarê statuya fransî de qebûl kir.

Bi vê qanûnê, fransî statuya xwe winda kir û wekî “zimanê xebatê” hat pênasekirin.

Ev jî tê vê wateyê, ligel guherîna statuyê jî saziyên dewletê wê fransî di xebatên xwe de bi kar bînin.

Biryara derbarê fransî de parçeyeke pakêteke berfireh a reformên hukumeta Burkina Fasoyê ye.

Hukumetê ragihand, reform bi mebesta “xurtkirina kultura demokratîk û zexmkirina sîstema hiqûqî” hatiye amadekirin.

Li Burkina Fasoyê li derdora 70 ziman tên axaftin.

Rêjeya axaftina fransî ya di jiyana rojana de bi qasî 15 ji % ye.

Cûntaya leşkerî ya li Burkina Fasoyê ji derbeyê û vir ve helwesta xwe ya li dijî mîrateya kolonyal a fransî tundtir dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî derbeya leşkerî ya di îlona 2022’an de, navbera Burkina Faso û Fransayê xera bûbû.

Li ser daxwaza hukumeta cûntayê Fransa leşkerên xwe yên ji vî welatî vekişandibû.

Fransî li Afrîkayê paş ve diçe

Di hezîrana 2023’an de Malî bi guherîna Destûra Bingehîn dawî ku statuya fermî ya Fransî anîbû.

Eynî wekî li Burkina Fasoyê pêk hat, piştî derbeya leşkerî ya li Malîyê têkiliyên bi Fransayê re xera bûbûn.

Di hezîrana 2023’an de Malî bi guherîna Destûra Bingehîn dawî ku statuya fermî ya Fransî anîbû.

Zimanên li Burkina Fasoyê zêde tên axaftin. Hem ji ber mîrateya kolonyalîzmê hem jî ji ber hebûna gelek zimanan, fransî wekî zimanê perwerdeyê û saziyên fermî yên Burkina Fasoyê tê bikaranîn. /Harîte: Wikipedia

Tevî vê jî, fransî wekî “zimanê xebatê” ya her asta rêvebirî û xebatên gelemperî hatibû qebûlkirin.

Li aliyekî din, Marok û Cezayîr jî di demên dawî de ji bo fransî hin biryaran dabûn.

Îngilîzî bi biryara di dibistanên navîn ên li Marok û Cezayirê de dewsa Fransî girtibû.

Infowelat

Foto: Ala Burkina Fasoyê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …