Welatiyên Baskê daxwaza dibistana ziman kirin

Li Welatê Baskê ji bo avakirina dibistaneke Ikastola çalakiyeke girseyî hat lidarxistin.

Ikastola cureyeke dibistanên seretayî û navîn in ku perwerde an bi tevahî an jî bi piranî bi zimanê Baskî tê kirin.

Li Welatê Baskê alîgirên perwerdeya bi Baskê meşeke protestoyî lidarxistin.

Navenda vê çalakiyê bajarokê Beskoitz ê li parêzgeha Gipuzkoayê bû.

2,500 çalakgerên tevlî meşê bûn, daxwaza vekirina dibistaneke nû ya Ikastolayê kirin.

Dêbavên zarokên xwendekar demeke dirêje dixwazin dibistaneke nû li bajarê Lapurdiyê bê avakirin.

Ji bo avakirina dibistanê divê pêşiyê destûr ji belediyeyê bê girtin.

Rêvebiriya belediyeyê bi hinceta plana bajêr a heyî û ewlekariyê destûra ji bo dibistanê nade.

Dêbav û mamosteyên dibistana Ikastolayê ya li Beskoitzê didin zanîn, “ji bo parastina Baskî ya li deverê avakirina dibistanê hewcedariyeke.”

Hevdîtinên di bi navbera belediye, dêbav û rêvebiriya dibistana Beskoitzê de hîn jî berdewam dikin.

Dibistanên Ikastola

Ikastola cureyeke dibistanên seretayî û navîn in ku perwerde an bi tevahî an jî bi piranî bi zimanê Baskî tê kirin. Hin ji van dibistanan ji aliyê belediyeyan hin ji wan jî bi însiyatîfên taybet tên vekirin.
Mamosteya zimanê Baskî Elbira Zipitra. Perwerdeya bi zimanê Baskî di dema rejîma Franco de cara ewil ji aliyê wê hat kirin.
Ikastolayên gelemperî yên li Welatê Baskê ji aliyê Herêma Otonom a Baskê tê fînansekirin. Hukumeta Otonom a Navarrayê jî dibistanên fermî yên li nava sînorên xwe fînanse dike. Berpirsê alîkariya fînansî ya ji bo dibistanên li Bakurê Baskê komeleya Ikas-Bi ye.
Bi saya perwerdeya tora berfireh a Ikastolayan, zimanê Baskî di asta civakî de bûye xwedî hebûneke xurt. Dibistana ewil a Ikastolayê di 1957’an de li bajarê Bilbaoyê hatibû vekirin. Paşê li bajarê Bilbao, San Sebastian û li gelek navendan Ikastola tê vekirin.
Piştî zextên li dijî perwerdeya bi zimanê Baskê, di dawiya salên 1960’an de dewleta Îspanyol neçar dimîne hebûna van dibistanan nas bike.

Infowelat

Foto: Çalakiya ji bo dibistana ikastola ya li Beskoitzê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …