Di zarokatiya Jan van Beers de gelên flaman û walon bi serhildanekê dawî li rêvebiriya Qraliyeta Holandayê anîn û di 1830’an de Belçîkayê ava kirin. Lêbelê digel beşdariya flamanan a bo têkoşîna serxwebûnê, zimanê fransî bû zimanê fermî yê dewletê û zimanê holandî gav bi gav ket nava proseya marjînalbûnê. …
Bêtir »Tûtina Bavê Min berhemeke post-nûjen e
Çîrok ji hêla naverok û teşeyî gellekî nêzîkî romana George Orwell “Çewliga Heywanan” e. Pirtûka Tûtina Bavê Min a Hemîd Baydû çendekî berê ji aliyê Weşanên Lîs hat weşandin. Pirtûk ji çîrokan pêk tên û berhema ewilî ya Hemîd Baydû ye. Derbarê pirtûkê de di rûpela kurdî ya malpera gazeteduvar …
Bêtir »Nivîskarên kurd û samî tên cem hev
Di projeya Belongingsê de 5 nivîskarên kurd û 5 jî samî wê li Amed û Swêdê beşdarî bernameyan bibin û di encamê de wê bi kurdî, samîkî û ingilîzî pirtûkek were çapkirin Ji Amedê “Wêjegeh Amed” û ji Swêdê “Tjállegoahte – Författarcentrum” bi hev re wê projeyekê bi navê Belongingsê …
Bêtir »Îrlanda qanûneke li ser ziman qebûl kir
Li Îrlandayê, ji bo parastina zimanê giravê qanûnek hat qebûlkirin. Di çarçoveya qanûnê de, divê ji 5’an yekê karmendên dewletê bi Îrlandî biaxivin û herwiha hin reklamên ji bo raya giştî jî divê bi îrlandî bên weşandin. Îrlandî zimanekî di xetereyê de ye û bi tenê ji sedî 4’ê gelê …
Bêtir »Ziman tune be şer ji bo çi ye?
Necat Ayaz Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin. Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke …
Bêtir »Welatekî azad lê bêziman!
Necat Ayaz Kolonyalîzma ziman ji bo gelê kurd ji kolonyalîzma siyasî û leşkerî girantir e. Zincîrên vê koletiya modern ewqas giran in ku heta niha ji bo şikandina wan yek hewldanek pêk nehatiye. Franz Fanon di pirtûka xwe ya bi navê ‘Lanetkiriyên Cîhanê’ de dibêje, kolonyalîzm rêvebiriya xwe ya li …
Bêtir »Aînû: Miletê ku 400 sal in nifûsa wî zêde nabe
Li ser axa xwe bûn kêmar, erdên wan hat dagirkirin û paşê zimanê wan hat qedexekirin…Çîroka jandar a gelê aînû, ji vir 700 sed sal berê bi kolonîzasyona Japonyayê dest pê kirDi encama dagirkerî û asîmîlasyona xedar de, aînû veguherî komeke etnîk a li ber sikratêDi 400 salan de hejmara …
Bêtir »Li pêşiya me tofan heye!
Necat Ayaz Çawa têkoşîneke li dijî dagirkerekî dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin? Û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê? Di 1598’an de Con O’Neillê welatparêz ku hemû jiyana wî bi têkoşîna li dijî kolonyalîzma îngilîz derbas bûbû, di ber sikratê de ev şîretan li …
Bêtir »Dejenerasyon û zimankujî
Necat Ayaz Îrenîûs: Tiştekî çiqas ecêb e ku di nava îngilîzan de bi zimanê îrlandî bê axaftin? Tiştekî sosret e ku miletekî ji zimanê miletekî din hez bike. Ev, karên kesên çepel in û sebeba gelekî xerabiyan e. Di dawiya sedsala 16.an de îngilîzên ji xwe bawer êdî li hember …
Bêtir »Li bakur kurdî çawa têk çû?
Ez berpirsiyariya çîna navin a di windabûna zimanê kurdî de nîqaş nakim û nabêjim tenê rola wê heye. Ez dibêjim ew bi vê sekna xwe ya li dijî kurdî, bi politikaya asîmîlasyonîst a dewleta tirk re hevkariyê kiriye. Elîtên kurd di siyaseta giştî û şaredariyan de, zimanê kurdî kirin qurbana …
Bêtir »Swêd li sûcên xwe yên asîmîlasyonê mukur hat
Yek ji qadên xebata kolonyalîzma Ewrûpî bê guman ziman û nasnameya komên etnîk in.Netewdewletên Ewrûpî bi bernameyên asîmîlasyonê ne tenê li koloniyan.Lê belê di nava sînorên xwe de jî xwestin civakeke homojen ava bikin.Swêdê jî qasî 80 sal hewl da civaka gelên Samî ye, asîmîle bike .Rêvebiriya Stockholmê li vê …
Bêtir »Li Başûrê Mongolyayê serhildana ji bo ziman
Dibistan ji bo netew-dewletan navendên asîmîlasyona nasnameyên cihê yên etnîk û ziman in.Çîna ku dixwaze zimanê Mandarîn li ser hemû gelan ferz bike dibistanan wekî mewziyên eniya asîmîlasyonê bikar tîne.Rêvebiriya Pekînê bi vê mebestê li herêma Başûrê Mongolyayê Mandarîn kir zimanê yekemîn ê perwerdeyê.. Lê ev yek ji aliyê civaka …
Bêtir »Çîn zimanê mandarîn li Başûrê Mongolyayê ferz dike
Asîmîlasyon yek ji çekên herî kêrhatî ya dewletan e da ku bikaribin hebûna neteweyên kêmar tune bikinRêvebiriya Çînê ji destpêka aloziya Hong Kongê û vir ve polîtîkaya xwe ya asîmîlasyona ziman a li dijî kêmarên etnîk zêdedit dikePekîn, perwerdeyê di vê mijarê de wekî qada bingehîn dihesibîne û polîtîkayên xwe …
Bêtir »Xewnereşka civaka Islandê: Gelo wê zimanê giravê bibe îngilîzî?
Welatek Ewrûpayê ku sînorên wî bi tu welatan re tuneye û li herêmeke sar û seqem cî digire, di warê paşeroja zimanê xwe de bi fikar e Îngilîzî gav bi gav li vî welatî belav dibe û zimanê bavûkalan a bi sedan salane vî welatî dihat axaftin, roj bi roj …
Bêtir »RAI êdî wê bi sardînî jî bipeyive
Netew-dewletên Ewrûpî ku zimanên kêmaran anîn ber tunebûnê, carnan bi gavên erênî dixwazin ji ber sûcên ziman xwe bidin efûkirinÎtalya di dîroka xwe ya komarê de cara yekemîn biryar da bi zimanê Sardînî jî weşanê bikeEv yek ji aliyê rêvebiriya vê girava xweser, wekî dîrokî hat binavkirin. Sard an jî …
Bêtir »Dadgeha Ewrûpî ji bo kurdî Tirkiyeyê mehkûm kir
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupa têkildarî çalakiyên ji bo zimanê dayikê biryara xwe da. Dadgehê diyar kir, lidarxistina çalakiyên ji bo zimanê dayikê ne sûc e. Kesê bi navê Hakim Aydin sala 2009’an ji ber ku li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin, serî li dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê da. Sedema binçavkirina …
Bêtir »Swêd zirara daye zimanê meankelî lêkolîn dike
Swêd jî yek ji dewletên Ewrûpayê ye ku demeke dirêj cihêrengiya etnîk û ziman a li ser erdên xwe red kir. Niha rêvebiriya Stockholmê dixwaze sûcên xwe yên dîrokî yên li hember zimanê Meankelî lêkolîn bike. Tornedal herêmeke sar a li bakurê Swedê ye û li kêleka sînorên Fînlandiyayê cî …
Bêtir »Li Skotlandê mafên ziman û edaleta civakî hat nîqaşkirin
Li paytexta Skotland Edînbûrgê bernameyek li ser mafên ziman hat lidarxistin. 5 axêverên zimanê kurdî, baskî, swêdî, galî û galikiya skotlandê û parazvanên ziman ên Edînbûrgê beşdarî bernameyê bûn. Beşdaran di axaftinên xwe de balê kişandin ser mafê ziman û edaleta civakî û diyar kirin heta li ziman nikaribe bibe …
Bêtir »Kamerûn ji bo parastina zimanên otokton projeyek amade kir
Kamerûn welatekî li navenda Afrîkayê ye ku bi cihêrengiya xwe ya ziman bale dikişîne. Li vî welatê ku nifûsa wê 25 milyon e, 260 ziman tên axaftin. Bê tenê 40 ji van zimanan li dibistanan tên fêrkirin. Lê ji ber mîrateya dema kolonyal, fransî û îngilîzî zimanên fermî yên welêt …
Bêtir »Li Guetamalayê zimanê itza ber bi tunebûnê ve diçe
Li başûrê Meksîka, Guatemala û Belîzeyê 30 zimanên maya tên axaftin. Hin ji wan ji aliyê bi sedhezaran kesan ve tên axaftin. Axêverên hin ji wan di bin 5000’î de ne û ev ziman di bin xetereya tunebûnê de tên hesibandin. Yek ji wan zimanan Îtza ye ku di nava …
Bêtir »Çîna bajarî li hember kurdî asteng e
Amed ji bo Kurdan eniya herî mezin a şerê ziman e û wiha xuya dike, Kurd li vir newêrin li hember serdestiya Tirkî têkoşînekê bidin destpêkirin. Ez ditirsim aqûbeta paytexta Kurdistanê jî bibe wekî Dublinê. Çalakgerê ziman û wergêr Necat Ayaz bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê hizrên xwe …
Bêtir »