Fransa fermîbûna zimanê Martiniqueê betal kir

Fransa statuya fermî ya zimanê Kreol a Martiniqueê betal kir.

Dadgeha Îdarî ya Bordeauxê biryar da, mafê rêvebiriya giravê tune ye zimanê Kreol bike fermî.

Dadgehê biryara xwe spart xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê.

Fransa statuya fermî ya zimanê Kreol a Martiniqueê betal kir.

Dadgeha Îdarî ya Bordeauxê biryar da, mafê rêvebiriya giravê tune ye zimanê Kreol bike fermî.

Dadgehê biryara xwe spart xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê.

Xala 2. Fransî wekî “zimanê Komarê” pênase dike û derî li fermîbûna zimanên din digire.

Parlamentoya Martiniqueê di meha tebaxê de statuya fermî dabû zimanê Kreol.

Di biryarê de hatibû diyarkirin, Parlamento “Kreol wekî nîşaneyeke nasnameya kolektîf û zimanekî jîndar” bi fermî nas dike.

Waliyê giravê Jean-Christophe Bouvier reaksiyon nîşanî biryarê dabû û ji parlamentoyê daxwaz kiribû biryara fermîbûna ziman betal bike.

Lêbelê serokê Martiniqueê Serge Letchimy midaxaleya walî protesto kiribû û di vê mijarê de paş ve gav navêtibû.

Hêjayî gotinêye, dadgehên Fransî ji bilî Martiniquê îsal midaxaleyê şaredariyên li Bakurê Katalonyayê  û Korsîkayê kiribûn.

Dadgehên Fransî pêşî di biryarên xwe de pêşî li bikaranîna Katalanî ya di meclîsên şaredariyên li Bakurê Katalonyayê girtibûn.

Herwiha, bi midaxaleyeke din jî destûr nehatibû dayîn zimanê Korsîkî li Parlamentoya Korsîkayê bê bikaranîn.

Ku der e Martinique?

Martinique giraveke biçûk a li Deryaya Karayibê ye û bi statuya “kolektîvîteya teritoryal” parêzgeheke Fransayê ye.

80 ji % welatiyên li giravê neviyên koleyên Afrîkî ne û bi zimanê Kreol diaxivin.

Kreol (Kreyòl Matnik) di bin bandora gramer û peyvên Fransî û zimanên rojavayê Afrîkayê de pêk hatiye.

Ji salên 1990’an û vir ve Kreol di sîstema perwerdeya giravê de jî girtiye û 4,000 xwendekar perwerdeya ziman dibin.

Infowelat

Foto: Parlamentoya Martiniqueê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …