Piraniya civaka li herêmên Fransayê daxwaza desentralîzasyon û perwerdeya zimanê kêmar dikin.
% 62 yê nifûsê dixwaze perwerdeya katalanî, baskî, oksîtanî û bretonî bê kirin.
Tevî modela jakoben a Fransayê, li vî welatî nasnameya herêmî her ku diçe xurt dibe.
Piraniya civaka li herêmên Fransayê daxwaza desentralîzasyon û perwerdeya zimanê kêmar dikin.
Ev yek, bi rapirsiyeke dawî ya li herêmên vî welatî hat kirin, derket holê.
Encamên anketê di rojnameya Le Point de hat weşandin.
Encamên herî balkêş ê rapirsiyê di warê perwerdeya zimanan de ye.
Li gorî vê, % 62 yê nifûsê dixwaze perwerdeya katalanî, baskî, oksîtanî û bretonî bê kirin.
Alîgirên perwerdeya zimanan herî zêde di nava nifşên ciwan de zêde dibe.
% 86 ciwanan desteke didin perwerdeya zimanên li herêman tên axaftin.
Encameke balkêş a vê rapirsiyê jî di derbarê erkên di destên herêman de ye.
% 58ê civakê ji dewletê dixwazin erkên zêdetir tranferê herêman bike.
Lêbelê % 42yê civakê bi hinceta wê zirarê bide “yekitiya Komarê” li dijî erkên zêdetir derdikvin.
Rêjeya erkên herêman ku wekî “desentralîzasyon” tê pênasekirin, di nava ciwanan de zêde dibe.
% 70 yê ciwanan destekê didin proseya desentralîzasyonê.
Di rapirsiyê de helwestên civaka Korsîkayê ya ji bo otonomiyê jî cî digire.
Otonomiya Korsîkayê
% 47ê korsîkayiyan alîgiriya xweya ji bo otonomiyê îfade kirine.
% 57ê civaka Korsîkayê xwe ne wekî fransî lê wekî “korsîkî” pênase dike.
% 47ê korsîkayiyan alîgiriya xweya ji bo otonomiyê îfade kirine.
Helwesta ji bo nasnameya Korsîkayê jî aliyekî girîng ê vê rapirsîyê ye.
% 57ê civaka Korsîkayê xwe ne wekî fransî lê wekî “korsîkî” pênase dike.
Ev rêje li Bretonyaya % 30, li Normandiyayê % 35 û li herêma Grand Estê ku Alsas jî di nava wê de ye % 30ye.
Oksîtanya bi encamên balkêş ên ji bo perwerdeya zimanan di anketê de derketiye pêş.
% 54ê welatiyên Oksîtanyayê li herêma desteka xwe ya ji bo perwerdeya katalanî û oksîtanî îfade kirine.
Lêbelê daxwazên ji bo desentralîzasyon û otonomiyê ya li vê herêmê ji desteka ji bo zimanan gelek kêmtir e.
Infowelat