NY ji bo perwerdeya li Katalonyayê bi fikar e

Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê helwesta li dijî bikaranîna katalanî de bi fikar e.

Raportorê Taybet a NYyê Fernand de Varennes derbarê biryara Dadgeha Bilind a Katalonyayê de ji Îspanyayê agahî xwest.

Dadgeha Bilind a Katalonyayê biryar dabû, dibistanekî li Katalonyayê divê herî kêm dersekê bi zimanê îspanyolî bide.

Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê helwesta li dijî bikaranîna katalanî de bi fikar e.

Raportorê Taybet a NYyê Fernand de Varennes derbarê biryara Dadgeha Bilind a Katalonyayê de ji Îspanyayê agahî xwest.

Varennes di nameya xwe de wiha nivîsî:

“Kêmkirina katalanî di bernameya serfiraz a îmersiyonê ya li Katalonyayê, ji bo fêrbûna xwendekarên ji malbatên îspanyolîaxêv rîsk e. Ew ê vê derdorê baş fêrî katalanî nebe. Îspanyolî li welêt zimanê piraniyê ye û bikaranîna wê ya rojane hatiye misogerkirin.”

Raportorê NYyê li ser bernameya îmersiyonê ya katalanî jî vê got:

Fernand de Varennes /2018unminoritiesforum.sched.com/

“Zarok di nava bernameya îmersiyonê ya katalan de wekî kesên bi îspanyolî perwerde dibin Îspanyolî, Matematîk û dersên din de dibin xwedî heman besatiyê. Zarok ligel van dersan di zimanê katalanî de jî dibin xwedî besatiyê.”

Di tîrmehê de Dadgeha Bilind a Katalonyayê biryar dabû, dibistanekî li Katalonyayê divê herî kêm dersekê bi zimanê îspanyolî bide.

Dadgehê, piştî giliyê çend malbatan gihiştîbû vê encamê.

Herwiha dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû, ev biryar nikare li hemû sîstema perwerdeyê ya Katalonyayê têkeve meriyetê.

Varennes di nameya xwe de ji Îspanyayê daxwaz dike, di nava 60 rojan de derbarê ka biryara dadgeha katalan çiqas bi hiqûqa navneteweyî re li hev e, biryarê bide.

Tevî ku 2 meh di ser vê nameyê re derbas bûn, Îspanya hîn bersivê nedaye raportorê NYyê.

Çi ye modela îmersiyonê?

Di vê modelê de katalanî di dibistanên seretayî û yên navîn de wekî zimanê navgîn tê bi kar anîn. Zarok îspanyolî bi tenê wekî dersekê fêr dibin.

Di vê modelê de hemû xwendekarên zarok, di salên ewilî bi zimanê katalanî tên perwerdekirin. Îspanyolî di temênê 5 an 8’an de gav bi gav dikeve nava sîstema perwerdeyê.  Di vê modelê de katalanî di dibistanên seretayî û yên navîn de wekî zimanê navgîn tê bi kar anîn. Zarok îspanyolî bi tenê wekî dersekê fêr dibin. Ev model cara ewil li Quebecê ji bo parastina fransî hatibû bikaranîn.

Cara yekemîn Dadgeha Destûra Bingehîn di 2013’an de biryarê dabû, divê îspanyolî jî wekî katalanî bibe zimanê navgîn ê sîstema perwerdeya li Katalonyayê. Di heman salê de dadgehê careke din biryar dabû, divê îspanyolî bi tenê wekî dersekê li Katalonyayê neyê fêrkirin.

Infowelat

Foto: Ala Neteweyên Yekbûyî/Wikimedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …