Balear ji bo Katalanî mobîlîze dibe

Hukumeta herêmî ya di bin kontrola partiya PP (Partiya Gel) de dixwaze destkeftinên zimanê Katalanî bi dawî bike.

Plana hukumetê guherandina modela perwerdeya ziman a li dibistanên navîn ên Balearê ye.

Parazvanên Katalanî duh li dijî hewldanên hukumetê li Mallorcayê çalakî li dar xistin.

Giravên Balearê ji bo parastina zimanê Katalanî di nava tevgerê de ye.

Hukumeta herêmî ya di bin kontrola partiya PP (Partiya Gel) de dixwaze destkeftinên zimanê Katalanî bi dawî bike.

Ev partî, ji bo vê jî bi partiya rasta tund Voxê re ku ew jî di hukumetê de ye hevkariyê dike.

Plana hukumetê guherandina modela perwerdeya ziman a li dibistanên navîn ên Balearê ye.

Daxwaz ev e, pêdiviya Katalanî ya ji bo planên perwerdeyê ji hole bê rakirin.

Ev yek wekî êrişa li dijî Katalanî tê qebûlkirin û rastî reaksiyona 35 dibistanan tê.

Mamosteyên sê ji van dibistanan duh li dijî hewldanên hukumetê li Mallorcayê çalakî li dar xistin.

Aloziya ziman berî niha di 2013’an de jî li Giravên Balearê rû dabû.

Serokê Balearê Juan Ramon Bauza bi reforma sêzimanî xwestibû ciyê Katalanî ya di perwerdeyê de kêm bike.

Hukumeta wê demê ji ber aktîvîzma civaka giravan neçar mabû vê reformê betal bike.

Giravên Balearê

Piştî rejîma Franko bi dawî bû,  di 1982’an de Herêma Xweser a Giravên Balearê hat damezrandin.

Giravên Balearê di çarçoveya sîstema Îspanyayê de herêmeke otonom e.

Katalan Balearê ji aliyê dîrokî û zimanî ve wekî “welatekî Katalan” pênase dikin.

Balear di sedsala 12. de ji aliyê mîrên Katalan ji destên rêvebiriya Ereb hatibû girtin.

Giravên Balearê /Harîte: Traildino.com

Piştî rejîma Franko bi dawî bû,  di 1982’an de Herêma Xweser a Giravên Balearê hat damezrandin.

Îspanyolî û Katalanî du zimanên fermî yên herêma xweser in.

Infowelat

——————-

Foto: Protestoya li Mallorcayê ya mamosteyên zimanê Katalanî /Foto: Diaridelalengua 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …