CIEMEN kampanyaya ziman da destpêkirin

CIEMEN ji bo mafên kesên bi katalanî diaxivin kampanyayekê da destpêkirin.

Armanca kampanyayê, zêdekirina hişmendiya parastina ziman di sektorên aboriyê, hêzên ewlekariyê, edalet û tenduristiyê de ye.

Saziya katalan CIEMEN ji bo mafên ziman kampanyayekê da destpêkirin.

Kampanya di bin sernivîsa “Mafê te heye! Katalanî zimanê herkesî ye” tê lidarxistin.

Armanca kampanyayê, zêdekirina hişmendiya parastina ziman di sektorên aboriyê, hêzên ewlekariyê, edalet û tenduristiyê de ye.

Saziyê bi kampanyayê herî zêde dixwaze xwe bigihîjîne ciwanan.

CIEMEN ji bo vî karî 5 vîdyo û 6 înfografîkên derbarê mafên ziman ên katalanîaxêvan de amade kir.

Saziyê ragihand, tevî kampanyayên ziman ên berê hatibû meşandin jî gelek ji endamên civakê hay ji mafên xwe yên ziman tune ne.

Saziya katalan bi boneya kampanyayê malperekê ava kir û tê de vîdyo û înfografîkên li ser mijarê bi cî kir.

Di malperê de beşa bersivên ji bo pirsên herî zêde tê kirin jî cî girt.

Kampanyaya mafên ziman a saziyê destekê ji Wezareta Çandê ya hukumeta katalan werdigire.

Çi ye CIEMEN?

CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Escarré ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan) saziyeke sivîl a katalan e. Sazî di 1974’an de bi armanca xebatên li ser netewe û komên etnîk ên bêdewlet hat damezrandin. Sazî di mijara miletên hatine marjînalkirin de lêkonînan dike û bernameyan lidardixe. Venasîna miletên bi vî rengî û mafên takekesî û yên kolektîf ên endamên van milatan yek ji armanca CIEMENê ye.

Infowelat

————————-

Foto: Vîdyoyekê ji bo kampanyaya ziman hatiye amadekirin /Vilaweb

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …