Alsas ofîsa ziman vedike

Herêma Alsas (bi zimanê herêmê Elsass) a li Fransayê ofîseke ziman ava dike.

Ofîsa Fermî ya Zimanên Herêmî wê hemû xebatkarên di qada ziman de dixebitin bîne cem hev.

Herêma Alsas (bi zimanê Almanî Elsass) a li Fransayê ofîseke ziman ava dike.

Agahiya li ser mijarê ji aliyê serokê Alsasê Frederic Bierry ve hat dayîn.

Bierryê di axaftina xwe ya di civîna meclîsa giştî ya Ofîsa Ziman û Çanda Alsasê (Olca) de qala plana hukumeta xwe kir.

Bierry ragihand, wê ofîsa ziman ji aliyê Kolektîvîtîteya Alsasê ve damezrandin û dewsa saziya berê bigire.

Ofîsa ziman wê di qada parastina zimanê herêmê de xebatan bimeşîne.

Daxuyanî di hizûra aktîvîstên duzimaniyê yên li Alsasê hat kirin.

Ofîsa Fermî ya Zimanên Herêmî wê hemû xebatkarên di qada ziman de dixebitin bîne cem hev.

Herwiha, wê butçeya saziya nû ji ya berê hîn zêdetir be.

Hevokek serokê Alsasê ya di axaftina wî de cî girt li herêmê bû sebeba nîqaşê.

Bierry got,  “zimanê herêmî ya Alsas û Moselleê dixwazî bila di forma Almaniya standart de be an bi forma zaravaya herêmî de be Almanî ye.”

Hin aktîvîstên ziman ên li herêmê dan zanîn Alsasî xwedî zaravayeke taybete û wekî zimanê Almanî nikare bê qebûlkirin.

Zaravaya Alsasê xwedî telafûz û peyvsaziyeke xwerû ye û ji van aliyan de naşibe Almaniya standart.

Ku der e Alsas?

Alsas herêmeke  Fransayê ye û li ser sînorê Almanyayê ye.

Nifûsa herêmê bi qasî 2 milyone û bajarên mezin ên herêmê Strasbourg, Mulhouse û Kolmar e.

Alsas herêmeke Fransayê y eku cîranê Almanya û Swîsreyê ye.

Alsas berê herêmeke bi serê xwe bû û piştî reforma herêmî ya Fransayê tevlî Grand-Est bû.

Alsas di 2022’an de referandûmeke ji bo statuyê li dar xist û 92 ji % civakê daxwaza herêmeke bi tena serê xwe kirin.

Bi reforma 2016’an li Fransayê herêmên mezin hatibûn avakirin û Alsas jî bi herêma Grand-Est ve hatibû girêdan.

Infowelat

Foto: Civîneke serokê Alsasê Frederic Bierry. /Twitter

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …