Polonya di 1918’an de bû welatekî serbixwe

Polonya her sal di 11’ê Mijdarê de serxwebûna xwe pîroz dike.

Jozef Pilsudski di 1918’an de  rêvebiriyeke navendîparêz ava kir û biryara hilbijartinê da.

Hevdîtinên Versaillesê ya 1919’an mafê Polonyayê nas kir û ev welat bû parçeyeke sîstema navneteweyî.

Polonya her sal di 11’ê Mijdarê de serxwebûna xwe pîroz dike.

Damezrandina Komara Duyemîn a Polonyayê wekî roja rizgariya welêt tê qebûlkirin.

Bi dûv Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di 1918’an de her sê împaratoriyên mezin ên Polonyayê dagir kiribûn, têk çûn.

Rûsya bi Şoreşa Cotmehê ya di 1917’an de eleqeya xwe ji Polonyayê birî.

Awusturya-Hûngarya bi peymanekê parçe bû û hebûna xwe bi dawî kir.

Almanyayê piştî têkçûna xwe, li hemberê Îngilîstan û Fransayê serî tewand û hêza xwe ya heyî winda kir.

Ev jî ji bo serkeftina neteweyî ya hêzên Polonyayê derfeteke zêrîn derxist holê.

Mareşal Jozef Pilsudski ku li Almanyayê di girtîgehê de bû, vegeriya Polonyayê û rojekê paşê, di 11 Mijdara 1918’an de serxwebûna Komara Polonyayê ragihand.

Pilsudski rêvebiriyeke navendîparêz ava kir û kurtedemek şun de biryara hilbijartinê da.

Hevdîtinên Versaillesê ya 1919’an mafê hebûna Polonyayê nas kir û ev welat bû parçeyeke sîstema navneteweyî.

Parçekirina Polonyayê

Polonya cara ewil 1772’an de di navbera her sê împaratoriyan de hat parvekirin.

Polonya cara ewil di sala 1772’an de di navbera her sê împaratoriyan de hat parvekirin.

Paşê cara duyemîn di 1792’an de û cara sêyemîn jî di 1795’an de welêt hat parvekirin.

Rûsya tevî paytext Varşovayê,  bû xwediyê hemû erdên li rojhilatê welêt.

Almanyaya bajarên mezin û deştên bi ber ên rojavayê Polonyayê dagir kir

Awusturya-Hûngarya jî di serî de bajarê dîrokî Krakowê, erdên li başûrê Polonyayê dagir kir.

Di Kongreya Viyanayê ya 1815’an de parçekirina Polonyayê hat erêkirin.

Têkoşîna Rizgariyê û rola ziman

Tevgera neteweyî ya polonî herdem têkoşîna çandî-zimanî wekî stûneke rizgariyê qebûl kir.

Ji bo perwerdeya bi zimanê Polonî li her aliyê welêt însîyatîfên deverî û herêmî hatin avakirin.

Hêzên neteweyî yên Polonî herdem serxwebûnê wekî armanc diyar kirin û ji bo wê şer kirin.

Harîteya parçekirina Polonyayê ya di navbera sê împaratoriyan de. /Jêder: Quora.com

Şerê çekdarî di hin deman de pêş ket lê tevgera neteweyî polonî herdem têkoşîna çandî-zimanî wekî stûneke rizgariyê qebûl kir.

Ji bo perwerdeya bi zimanê Polonî li her aliyê welêt însîyatîfên deverî û herêmî hatin avakirin.

Bi riya perwerdeya veşartî ya bi zimanê dayikê û weşangeriya xurt a Polonî zimanê standard li her aliyê welêt belav bû.

Infowelat

Foto: Eyloya (Qertel) Spî ya Polonyayê ku ji dîrokê û vir ve sembola vî welatî ye. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …