Rêzimana Kurmancî normatîfa rojavayê Kurdistanê ye

Ji bo ku pirsgirêkên rastnivîsîn û rêzimanê yên dezgehên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya rojavayê Kurdistanê bi berhemeka wiha hebû. Lewma Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojavayê lêvegera zimanî ye, biryar da ku berhema Rêzimana Kurmancî, amade bike.

Rêzimana Kurmancî di hewldana ji bo standardkirina kurmancî de qonaxek e. Ev berhem kurtedemek berê ji Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya li rojavayê Kurdistanê hat weşandin. Viyan Hesen tevlî Ferhad Mûsa amadekarê vê pirtûkê ye. Rêzimana Kurmancî xwe dispêre mîrateya xebatên dîroka  standardkirina zimên ku keda gelek kes û saziyan tê de heye. Bi armanca amadekirina vê berhemê bi dehan xebatên li ser ziman hatine vekolîn. Herwiha, ji çaraliyê Kurdistanê û Diyasporayê gelek zimanzan beriya bê çapkirin vê berhemê xwendine û nirxandine. Infowelat ji bo derbarê vê xebatê ya di konteksta proseya standardkirina zimên de pêk hatiye zêdetir agahî werbigire, bi Viyan Hesen re hevpeyvînekê kir.

Infowelat: SZK meha borî Rêzimana Kurmancî weşand. Hûn yek ji du amadekarê vê pirtûkê ne. Lewma ewil em dixwazin ji we bipirsin, çima pêdivî bi berhemeke wiha çêbû?

Viyan Hesen: Li rojavayê Kurdistanê ji 12 salan zêdetir e ku zimanê kurdî bi awayekê berfireh tê bikaranîn. Piştî ku Rêveberîya Xweser di 2014an de ava bû, êdî minhacên (mifredat) perwerdeyê yên hemû qonaxên xwendinê bi kurdîya kurmancî hatin danîn û kurdîya kurmancî bû zimanê bingehîn ê perwerdeyê. Herwiha li dezgehên Rêveberîyê yên din jî zimanê kurdî bi awayekê fermî tê xebitandin û îro bi dehan navgînên ragihandinê û weşanxane, bi kurdîyê karê xwe dikin.

Berga Rêzimana Kurmancî /SZK

Piştî ku zimanê kurdî ji dibistanên seretayî heta bi enstîtu, akademî û zanîngehan derbasî perwerdeyê bû, êdî her ku çû pêdivî bi standardeka rastnivîsîn û rêzimanê çêbû, berhema rêzimana kurmancî ya Sazîya Zimanê Kurdî bi armanca yekkirina zimanê nivîskî yê dezgehên Rêveberîya Xweser derket.

Ji ber ku li rojavayê Kurdistanê standardek nîne ku hemû dezgehên Birêveberîya Xweser li gor wê binivîsin û di navbera zimanê nivîskî yê dezgehan da cudahî heye, bo nimûne li Zanîngeha Rojavayê Enstîtuya Zimanan heye û beşa Ziman û Wêjeya Kurdî heye, herçiqas her du beş girêdayî heman zanîngehê ne jî materyalên her du beşan ji hêla rastnivîsîn û rêzimanê ve ne yek in. Herwiha di navbera meteryalên dibistanan ên qonaxa seretayî, navîn û amadehî da jî hinek cudahîyên hene ku pêwîst e bibin yek, li Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê du peymangehên amadekirina mamostayan hene, lê materyalên wan ên rêzimanê ne yek in, tevî ku heman deste wan bi rêve dibe. Li Rojavayê sê weşanxane hene, standarda wan ya nivîsînê ne yek e, herwiha bi dehan dezgehên ragihandinê û hwd hene ku pêdivîya wan bi zimanekê nivîskî yê yekgirtî heye. Ji bo ku pirsgirêkên rastnivîsîn û rêzimanê yên dezgehên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya rojavayê Kurdistanê bi berhemeka wiha hebû. Lewma Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojavayê lêvegera zimanî ye, biryar da ku berhema Rêzimana Kurmancî, amade bike.

Bi taybetî ji ber termînolojiya me di pirtûkê de bi kar anîn me bala hinek saziyan Bakur kişand û ev sazî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê îfade kirin.

Infowelat: Saziyên ziman ên Bakûr çawa nêzîkî vê xebatê bûn? Erênî yan neyînî? Rexneyên wan hene?

Viyan Hesen: Sazîyên zimanî yên bakurê Kurdistanê jî berî çapê pirtûk xwendin û têbînîyên xwe ji me ra şandin, helbet hinek têbînîyên wan hebûn ku me berî çapê li ber çavan girtin û hinek guhartin jî li gor nêrînên wan pêk anîn ku bi ya me jî ew nêrîn cihgirtî bûn.

Hinek sazî amadekirina rêzimaneke normatîf di riya standardkirina kurdî wekî qonaxake girîng pênase kirin û kêfxweşîya xwe ya ji vê berhemê îfade kirin. Bi taybetî ji ber termînolojiya me di pirtûkê de bi kar anîn me bala van saziyan kişand û ji bi vê me pîroz kirin. Hinek ji saziyan jî dan zanîn, ew hêvîdar in bi vê xebatê “meseleyên nîqaşbar” ên zimên de ber bi zelalbûnê ve biçe. Ev derdor jî ji naveroka xebatê bêtîr bi balê kişandin ser pêdiviya “lihevkirineke giştî” ya di meseleya standardkirina kurmancî de. Ez dikarim bêjim, nirxandinên gihiştin ber destên me bi giştî erênî bûn.

Infowelat: Hin zimanzan û nivîskarê bi kurmancî dinivîsin di wê baweriyê de ne, ne pêwîst e otorîteyekê midaxaleyê proseya standartkirina ziman bike. Hûn ê bersiveke çawa bidin van kesan?

Viyan Hesen: Mijara standardkirinê mijareka têkildarî netewesazîyê ye, standarkirina her zimanekî li gor şert û mercên neteweyî yên cuda diguhere. Carinan birêveberîyek formekê hildibijêre û biryarê dide ku ew form bibe zimanê nivîskî yê herêma ku ew bi rê ve dibe. Carinan jî bi awayekê xwezayî yan ji ber hin şert û mercên bazirganî û sîyasî bi demê ra formek dibe forma zimanê standard û pê tê nivîsîn.

Îro li rojavayê Kurdistanê rêveberîyek heye ku herêmeka berfireh bi rê ve dibe û bi dehan dezgehên vê rêveberîyê hene ku her yek di nivîsînê da formekê bi kar tîne, ji ber ku yekgirtinek di navbera zimanê nivîskî yê dezgehan da nîne, bi bawerîya me pêwîstî bi erkdarkirina dezgehekê heye ku di bin sîwana birêveberîyê da vî karî bibe serî.

Mijara standardkirinê mijareka têkildarî netewesazîyê ye, standarkirina her zimanekî li gor şert û mercên neteweyî yên cuda diguhere. Carinan birêveberîyek formekê hildibijêre û biryarê dide ku ew form bibe zimanê nivîskî yê herêma ku ew bi rê ve dibe. Carinan jî bi awayekê xwezayî yan ji ber hin şert û mercên bazirganî û sîyasî bi demê ra formek dibe forma zimanê standard û pê tê nivîsîn.

Infowelat: Pîvana pejirbariyê ya hûn ji bo hilbijartina rêgez û qaydeyên ziman, bo nimûne, ji bo fonetîkê û rastnivîsê bikar tînin çi ne?

Berhemeka li ser mijara alomorfê ya zimanasiyê/SZK

Viyan Hesen: Heta ji dest me hat me li gor rêgezên zimannasîyê her beşek senifand, lê dîsa jî rêgezên her beşekê cuda ne, bo nimûne der barê hejmara bêjeyan da lihevkirinek di navbera zimannasên kurd da nîne. Bedirxanî ew li ser deh cureyan dabeş kirine û wiha gotine: “Di zmanê kurdmancî de, birên qisetê deh in: navdêr, veqetandek, rengdêr, pronav, lêker, jimarnav, hoker, daçek, gihanek, baneşan.” Farqînî ew li heşt cureyan dabeşandine: “li gorî tesnîfa klasîk bi xwe meyla me li ser wê ramanê ye ku dibêje cureyên bêjeyan heşt in.

Me wekî heşt cureyan dabeşandin, me gireyên îzafeyê di nav da nedan, ji ber ku gireyên îzafeyê hem wekî morfemeka bend hem jî wekî morfemeka serbixwe derdikevin holê, gava wekî morfemeka bend bin, gireyên kêşanê ne, lê gava wekî morfemeka serbixwe bin, cihnav in, loma ew di nav cihnavan da hatine senifandin. Ji bo hejmarnavan jî ew di risteyê da ne wekî beşeka serbixwe, lê wekî hevalnav, cihnav û hevalkaran cih digirin, ji ber vê sedemê me wekî beşeka serbixwe nesenifandîye.

Herwiha di beşa rastnivîsînê da ku herî zêde bû mijara nîqaşan, me ji du awayên heyî yek hilbijart. Bi gotineke din, me rêgezek rastnivîsînê ya nû hat çênekir, lê ji formên heyî yek hilbijart.

Infowelat: Qasî ku em dizanin, cara pêşî li parçeyeke azad a Kurdistanê saziyeke xwedî statuyeke fermî bi weşandina pirtûkeke rêziman, di warê plankirina ziman de gav davêje. Ev gava yekemîn ku di zimanzaniyê de wekî kodîfîkasyon tê pênasekirin, divê bi gava duyemîn a cîbicîkirina (tetbîqkirin) vê standardê di pratîkê de bê temamkirin. Pêşbînî û dîtinên we yên derbarê dijwarî û şensê serfiraziyê ya asta duyemîn çi ne?

Sazîya Zimanê Kurdî li Rojavayê gav bi gav plana cîbicîkirinê dimeşîne û lê helbet ev yek jî bi hemahengîya li gel sazîyên pêwendîdar bi rê ve diçe.

Viyan Hesen: Helbet dê zehmetîyên cîbicîkirinê jî hebin, cara yekem e ku li rojavayê Kurdistanê rêzimaneka normatîf derdikeve. Barê vê zehmetîyê jî li ser milê SZKyê ye, ji bo ku derbasî pratîkê bibe. Berî wê çend qonax hene ku divê biçin serî, nimûne ji bo ku derbasî minhacê dibistanan bibe, pêwîst e berî wê xebatkarên Sazîya Minhacan (Saziya Mifredatê) li ser bên perwerdekirin. Paşê jî mamoste bi tevahî li ser bên perwerdekirin. Ev ê jî dê demekê bigire û di nava çend rojan da nikare pêk bê. Ji ber ku bi hezaran mamostayên kurd hene ku pêwîst e pêşî perwerdeyê li ser pirtûkê bibînin. eger bêyî vê proseyê em biryara zûbizû  cîbicîkirinê bidin, dê ev gav li gor tê xwestin encamê negire. Herwiha, dezgehên ragihandin û weşangerîyê jî heta ku bikarin bi cih bikin, pêwîst e edîtor û redaktorên wan serwextî naveroka berhemê bibin. Lewma bi nêrîna me, ev proses dê heta demekê dom bike. Bi dehan dezgeh û desteyên Rêveberîya Xweser hene ku karmendên wan ên beşa kurdî nikarin bê perwerde rêgezên vê berhemê pêk bînin. Sazîya Zimanê Kurdî li Rojavayê gav bi gav plana cîbicîkirin û xurttirkirina vê gavê datîne, lê helbet ev yek jî bi hemahengîya li gel sazîyên pêwendîdar bi rê ve diçe.

Infowelat

————————–

Fotoyê sereke: Viyan Hesen /SZK

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …