Cenev vediguhere navenda perwerdeya kurdî

Cenev yek ji bajareke mezin ê Swîsreyê ye ku malovaniyê ji hezaran kurdan re dike.

Li bajêr li 4 polên ziman perwerdeya zaravayên kurdî tên dayîn.

Cenev yek ji bajarekî mezin ê Swîsreyê ye ku malovaniyê ji hezaran kurdan re dike.

Sazî û şexsiyetên kurd ji bo perwerdeya kurdî li vî bajarî di nava hewldanan de ne.

Xebata ji bo perwerdeya Kurdî, di demên dawî de hin encaman bi xwe re tîne.

Di destpêkê de, Komeleya Kulturê ya Kurd a Cenevê li bajêr  poleke ziman vekir.

Ev komele bi pêşengiya Ezîz Kalo ku kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ye xebatan dimeşîne.

Fînanseya van kursan tevlî desteka pirtûkên dersê ji aliyê Belediyeya Cenevê ve tê kirin.

Ji bilî kursên vê komeleyê, îsal li bajêr li 3 polên din perwerdeya kurdî dest pê kir.

2 ji van polan Kurmancî ne û ev pol ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ve hatin vekirin.

Poleke din a perwerdeya Soranî lê tê dayîn bi însîyatîfa Komeleya Rojhilat hatiye vekirin.

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji bo vê polê bi komeleyê re hevkariyê dike.

Tevî van xebatên ji milan ve tê meşandin, kursên kurdî yên heyî têrî daxwaza welatiyan nakin.

Xebatên Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Saziyê îsal ragihandibû, li Lozan, Cenev, St.Gallen, Chur, Kloten û Rapperswilê wê kursên kurdî dest pê bikin.

Di 2022’an de li Zurih, Winterthur û Schaffhausenê polên ziman hatibûn vekirin.

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ku 3 sal berê hat damezrandin, li seranserê welêt dest bi xebata perwerdeya kurdî kiribû.

Fatma Şik. Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê derbarê kursên Kurdî de agahî da Infowelatê.

Saziyê îsal ragihandibû, li Lozan, Cenev, St.Gallen, Chur, Kloten û Rapperswilê wê kursên kurdî dest pê bikin.

Di 2022’an de li Zurih, Winterthur û Schaffhausenê polên ziman hatibûn vekirin.

Di heman salê de, li Winterthur, Schaffhausen, Vevey (Lozan), Bex (Lozan), Zurih û Cenevê 3 pol hatibûn vekirin.

Piraniya kursan heyî li belediyeyan û hin ji wan jî li Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) wê tên dayîn.

Hemû kursên ziman ên di bin banê enstîtuyê de bi tevahî ji aliyê saziyê ve tê fînansekirin.

Kursên kurdî cara ewil di 2015’an de kantonên Zurich, Basel û Bernê dest pê kiribûn.

Çarçoveya hiqûqî ya perwerdeyê

Hevseroka Enstîtuya Kurdî Fatma Şik derbarê mijarê de hin agahî dan Infowelatê.

Şik got, perwerdeya dersa ziman a li Cenevê di çarçoveya Cours de langue et culture d’origine (LCO) 2023-2024 de hefteyê du saetan tê kirin.

Şik ragihand, ji bo peydekirina polên li dibistanan belediye alîkarî dikin.

Berpirsê heqdestên mamosteyan û amadekirina materyalan jî rêvebiriya kantonê ye.

Lêbelê bi mebesta wergirtina alîkariyê kantonan divê projeyên bu detay bên amadekirin.

Enstîtuya Kurdîya Swîsreyê amadekirina projeyên ji bo destekê wekî armanc dide pêşiya xwe.

Infowelat

Foto: Poleke Komeleya Çanda Kurd a li Cenevê /Twitter 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …