Fransa statuya zimanê Reunionê nas kir

Fransa li girava Reunionê statuya zimanê kreol nas kir.

Bi „peymana ziman“ wê statuya ziman a li rêvebirî û perwerdeyê hat naskirin.

Fransa li girava Reunionê statuya zimanê kreol nas kir.

Bi „peymana ziman“ wê statuya ziman a li rêvebirî û perwerdeyê hat naskirin.

Peyman di navbera hukumeta giravê û Wezareta Perwerdeya Fransayê de hat nivîsandin.

Bi heman peymanê wê hemû tabelayên li Reunionê bi fransî-kreol bê naskirin.

Yek ji armancên peymanê teşwîqkirina perwerdeya zarokên li giravê ye.

Li girava Reunionê rêjeya terka perwerdeyê di nava zarokan de gelek zêde ye.

Herwiha 20 ji % zarokên di temenê 11-12 salî de nikarin baş bi Fransî bixwînin û binivîsin.

Wezîrê Perwerdeyê ya Fransayê Gabriel Attal da xuyakirin, bi vê peymanê gaveke dîrokî hatiye avêtin.

Beriya vê peymanê wezîrê frabnsî çûbû serdana Reuinonê.

Reunion û zimanê kreol

Reunion giraveke li Okyanûsa Hîndê ya nêzîkî Afrîkayê ye.

Nifûsa giravê  873,000 e û 500,000 kes bi zimanê kreol diaxivin.

Reunion giraveke li Okyanûsa Hîndê ya nêzîkî Afrîkayê ye.

Reunion di sîstema îdarî de parçeyeke Fransayê ye xwedî statuya departmanê ye (parêzgeh).

Nifûsa giravê  873,000 e û 500,000 kes bi zimanê kreol diaxivin.

Kreol ji bo zimanên bi tevlîhevbûna çend zimanên din pêk hatiye, tê bikaranîn.

Kreoleya li Reunionê tê bikaranîn li ser bingeha Fransî pêk hatiye.

Infowelat

————————-

Foto: Merasîma îmzekirina peymana ziman. Jêder: Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …