Katalanî li Balearê kêm tê axaftin

Katalanî zimanê dayikê ya 33.7 ji % welatiyên Giravên Balearê ye.

Di 2016’an de 43 ji % welatiyên Balearê Katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn.

Polîtîkayên Îspanyolîst ên hukumetên PP’yê wekî sebeba sereke ya paşveçûna ziman tê qebûlkirin.

Axaftina Katalanî ya li Giravên Balearê her ku diçe kêm dibe.

Rewşa dawî ya ziman bi rapirsiya (anket) Enstîtuya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) derket holê.

Rapirsî nîşan dide, Katalanî zimanê dayikê ya 33.7 ji % welatiyên Giravên Balearê ye.

Koma civakê ya pirsa ziman ji wan hatiye kirin, di temenê di navbera 18 û 69’an de ne.

63 ji % welatiyan jî diyar kirine, ew bi dikarin bi zimanê Katalanî biaxivin.

Kêmbûna rêjeya Katalanî ji bo paşeroja ziman wekî îşareteke negatîf tê qebûlkirin.

Di 2016’an de 43 ji % welatiyên Balearê Katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn.

Îspanyolî zimanê hegemon e 

Rapirsiya INE’yê nîşan dide, Îspanyolî zimanê dayikê ya 74.3 ji % ya welatiyên herêmê ne.

Herwiha, 98.4 ji % hemû nişteciyên li herêmê dikarin bi Îspanyolî biaxivin.

Ev dane bi zelalî nîşan didin, Îspanyolî zimanê hegemon ê jiyana civakî ya giravan e.

Bi dûv Îspanyolî û Katalanî re nişteciyên li herêmê herî zêde bi van zimanan dikarin biaxivin:

  • Îngilizî: 57.3 ji %
  • Fransî: 6 ji %
  • Almanî: 12.7 ji %
  • Erebî: 4 ji %
  • Portûgalî: 3.4 ji %

Polîtîkayên Îspanyolîst 

Hêjayî gotinê ye Giravên Balearê demeke dirêje ji aliyê Partiya Gel (PP) a rastgir ve tê birêvebirin.

Ev partiya destekê ji partiya Voxê a rasta hişk werdigire, polîtîkayên Îspanyolîst dişopîne.

Hukumeta Giravên Balearê ji 2013’an û vir ve dixwaze hebûna Katalanî ya li dibistanên welêt kêm bike.

Lewma aktîvîstên Katalanî ev 10 sal in her dem ji bo parastina ziman çalakiyan li dar dixin.

Giravên Balearê herêmeke otonom a li rojavayê Derya Spî ye.

Ji aliyê dîrokî û mîrateya ziman ve girav ji aliyê Katalanan wekî parçeyeke “Welatên Katalan” (Els Paisos Catalan) tê qebûlkirin.

Infowelat

Foto: Ala Herêma Otonom a Balearê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …