Galîsî bikin zimanê Yekitiya Ewrûpayê

30 nûnerên zimanê Galîsî bi bangeke di 9’ê Mijdarê de tevlî vê proseyê bûn.

Pêşengiya banga saziyên ziman ji aliyê Ofîsa Normalîzasyona Ziman (MESA) ve hat kirin.

Di belgeyê de bang li Yekitiya Ewrûpayê hat kirin, Galîsî bike zimanê fermî yê Yekitiya Ewrûpayê.

Yekitiya Ewrûpayê ji bo fermîbûna zimanên Katalanî, Galîsî û Baskî di 15’ê Mijdarê de civînekê li dar dixe.

Beriya vê civînê, nûnerên zimanên her sê zimanên Îspanyayê hewl didin bandorê li ser biryara fermîbûnê bikin.

30 nûnerên zimanê Galîsî bi bangeke di 9’ê Mijdarê de tevlî vê proseyê bûn.

Pêşengiya banga saziyên ziman ji aliyê Ofîsa Normalîzasyona Ziman (A Mesa) ve hat kirin.

Di belgeyê de bang li Yekitiya Ewrûpayê hat kirin, Galîsî bike zimanê fermî yê Yekitiya Ewrûpayê.

Banga ji bo naskirina fermîbûna ziman ji aliyê şaredar, rektorên zanîngehan, nûnerên saziyên ziman, sendîka, saziyên nivîskar û hunermendên Galîsyayê ve hat îmzekirin.

Bi taybetî, desteka şaredarên paytext Santiago, bajarên A Coruña, Lugo û Pontevedrayê girîng tê qebûlkirin.

Di nameyê de bi van gotinan pêdiviya pêşdebirina ziman a li nava Galîsyayê jî hat îfadekirin:

“Fermîbûna ziman a li Galîsyayê ku di 1981’an de pêk hat, heta di qadên civakî, aborî û jiyana çandî de pêk neyê nagihîje armanca xwe.”

Çi ye MESA?

A Mesa Ofîsa Normalîzasyona Ziman e ku saziyeke serbixwe, plûral e û ne girêdayî tu partiyan e.

Armanca saziyê teşwîqkirina bikaranîna zimanê Galîsî di hemû qadûn jiyana civakî de ye.

A Mesa Ofîsa Normalîzasyona Ziman e ku saziyeke serbixwe, plûral e û ne girêdayî tu partiyan e. Armanca saziyê teşwîqkirina bikaranîna zimanê Galîsî di hemû qadûn jiyana civakî de ye. Sazî di heman demê de hemû êriş û cûdaxwaziya ku Galîsî rû bi rû dimîne tomar dike û li dijî wan tedbîran digire.

Sazî, di 1986’an de piştî civîna 500 parazvanên derket holê. Di civînê de, ligel hin biryarên ji bo têkoşîna ziman, biryara damezrandina saziyê hat dayîn. MESA bi 4,000 endamên xwe saziya herî mezin e parastina zimanê Galîsî ye.

Infowelat

——————-

Foto: Çalakiyeke Queremos Gallego a ji bo parastina Galîsî /Twitter

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …