Kontseilua li Navarrayê di 37. salvegera qanûna ziman de daxwaza statuya baskî kir.
Tevgerê qanûna 1986’an ku Navarrayê di navbera sê herêmên ziman de parve kiriye, protesto kir.
Di 37 saliya qebûlkirina qanûna ziman de li Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê protestoyek hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua ve hat birêxistinkirin.
Endamên tevgerê di çalakiya li paytexta herêmê Pamplonayê de daxwaza statuya fermî ya baskî kirin.
Di axaftinan de qanûna 1986’an ku Navarrayê di navbera sê herêmên ziman de parve kiriye, hat rexnekirin.
Parlamentoya Navarrayê di 15ê kanûna pêşîn a 1986’an de qanûna ziman qebûl kir.
Sê herêmên ziman
Bi vê qanûnê, sê herêmên ziman hatin avakirin: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv.
Mafên perwerdeya bi baskî û yên welatiyên li herêma îspanyolîaxêv tune ye.
Bi vê qanûnê, sê herêmên ziman hatin avakirin: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv.
Mafên ziman ên welatiyan li gorî ew li kîjan herêmên bi cî bûn e, diguhere.
Bo nimûne, mafên perwerdeya bi baskî û yên welatiyên li herêma îspanyolîaxêv tune ye.
Xizmetên gelemperî jî li vê herêmê bi zimanê îspanyolî tên dayîn.

Ji ber ku baskî ne xwedî statuya fermî ye, hemû mafên heyî yên li herêma baskî û baskî-îspanyolî jî bi hêsanî nikarin bên bikaranîn.
Kontseilua ji Navarrayê daxwaz dike, mafên ziman ên hemû baskîaxêv ên li herêmê bên parastin.
Ji bo ev pêk were, tevger ji Navarrayê dixwaz dike li baskî li seranserê Navarrayê bibe zimanê fermî.
Infowelat
Foto: Protestoya li Navarrayê /X.com