Qanûna Zimanê Galî (Welsh Language Act 1993) di 21ê çirîya pêşîn de ket sala xwe ya 33yan. Ev ezmûna dîrokî dibe çavkanîyeke giring a tecrûbeyê ji bo civakên ku daxwaza statûya fermî û parastina destûrî ya zimanê xwe dikin.
Qanûna Zimanê Galî (Welsh Language Act 1993) ku ji alîyê Parlamentoya Brîtanyayê ve hat pejirandin, ket 33 salîya xwe. Ev qanûn di dîroka mafên zimanî de wekî gaveke ber bi pêş ve tê qebûlkirin. Qanûn nîşan dide ku zimanekî kêmar çawa dikare ji qada nefermî derkeve û di nav saziyên dewletê de cihê xwe bigire.
Qanûna Zimanê Galî pênasîneke nû da statûya zimanê galî û çarçoveyeke berfireh a hiqûqî ji bo bikaranîna ziman di qada giştî de ava kir. Berîya vê qanûnê, zimanê îngilîzî di hemû saziyên îdarî, darazî û civakî de yekana ziman bû. Qanûna 1993yan ev rewş bi rengekî fermî dawî li vê anî û çend guhertinên bingehîn pêk anîn:
Bingeha wekheviyê û planên zimanî (Xala 5): Qanûnê li ser saziyên gelemperî ferz kir ku di pêşkêşkirina xizmetên xwe de prensîba “wekheviya zimanê galî û îngilîzî” biparêzin. Li gorî Xala 5an, ji hemû saziyên giştî hat daxwazkirin ku planên zimanî yên taybet amade bikin ka wê çawa zimanê galî di xizmetên xwe de bi kar bînin. Ev yek bû sedem ku saziyên dewletê mîna şaredarî, nexweşxane û birêveberiyên herêmî bi du zimanî xizmetê bidin welatîyan.
Mafê axaftina galî di dadgehan de (Xala 22): Yek ji gavên herî mezi ên qanûnê di qada darazê de hat avêtin. Xala 22yan mafê bikaranîna zimanê galî di hemû pêvajoyên dadgehan de li Welatê Galê misoger kir. Êdî her welatîyekî/ê maf hebû ku di dadgehê de bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û xizmeta wergerê wergire.
Nav û formên galî (Xalên 25–26): Xalên 25 û 26an destûr da ku navên fermî yên saziyan, herêman, gundan û formên îdarî bi zimanê galî jî werin qeydkirin û bi kar anîn. Vê yekê hişt ku nasnameya erdnîgarî û çandî ya herêmê di belgeyên fermî de cî bigire.
Betalkirina qanûnên kevn: Ji bo ku ev çarçoveya nû bikaribe bi awayekî baş bixebite, qanûnên kevnar ên ku zimanê galî asteng dikirin hatin betalkirin. Di nav van de qanûnên dîrokî yên wekî Laws in Wales Acts 1535/1542 (ku galî ji jiyana fermî derxistibû) û Welsh Courts Act 1942 hatin betalkirin û ji holê hatin rakirin.
Sazîyên ziman
Tevî ku Qanûna Zimanê Galî ya 1993yan gaveke mezin bû, di pratîkê de bi çend sînor û kêmasiyan re rûbirû ma. Di sîstema 1993yan de, planên zimanî yên saziyan bi rêya Lijneya Zimanê Galî (Welsh Language Board) dihatin berhevkirin û erêkirin. Lê belê, vê lijneyê ne xwedî desthilatê bû ku ceza li ser saziyên taybet an karsazan bisepoîne. Çarçoveya qanûnê bêtir li ser saziyên dewletê rawestiyayî bû û ji bo qada taybet kêmasî hebûn.
Ji ber van sînoran û zêdebûna daxwaza civakî, ev pergal di sala 2011an de hat guherandin. Beşeke mezin a Beşa II ya Qanûna 1993yan bi rêya Welsh Language Measure 2011 hat betalkirin û guhertin. Bi vê qanûna nû re ev guhertin hatin kirin:
- Zimanê galî li Welatê Galê bi awayekî fermî bêtir xurt bû.
- Lijneya Zimanê Galî hat betalkirin û li cihê wê sazîyeke serbixwe û bihêztir a bi navê Komîserê Zimanê Galî (Welsh Language Commissioner)hat damezrandin.
- Standardên zimanî yên nû (Welsh Language Standards) hatin danîn ku ne tenê saziyên giştî, di heman demê de hinek saziyên taybet ên mîna bank, şîrketên telekomînîkasyonê û xizmetên enerjiyê jî mecbûr kirin ku bi galî xizmetê bidin.
Têkoşîna sivîl a ji bo ziman
Çêbûna Qanûna 1993yan ne tenê encama îradeyeke siyasî ya hukumetê bû lê encama bi dehsalan a têkoşîn û zexta ji jêr a tevgerên sivîl bû. Rêxistina sereke ya vê têkoşînê Cymdeithas yr Iaith (Civata Zimanê Galî) bû ku di sala 1962yan de hatibû avakirin.
Dîroka vê têkoşînê di sala 1963yan de bi Meşa Pira Trefechanê gihişt lûtkeyekê. Ev çalakî yekem protestoya girseyî ya bêşiddet a ji bo mafên zimanî bû. Piştî vê çalakiyê, ciwan û aktîvîstên galî dest bi kampanyayeke mezin a guhertina nîşanên rê kirin. Wan nîşanên tenê bi îngilîzî bûn boyax dikirin an jî radikirin û li cihê wan navên galî dinivîsandin. Gelek aktîvîst ji ber van çalakiyan hatin girtin û çûn zîndanê, lê vê berxwedana sivîl bala hemû cîhanê kişand ser xetereya li hember zimanê galî. Vê zexta bênavber a ji jêr ve, hukumeta Brîtanyayê mecbûr kir ku gavan baveje û di encamê de Qanûna 1993yan hat pejirandin.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat