Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirka pêşhilbijartinê bû.
Mixabin tirkî zimanê serdest ê kampanyaya bernamzetên Amedê bû.
Bi tenê 8 namzet tevahiya kampanyaya xwe bi kurdî meşandin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên li Kurdistanê bi dawî kirin. Delegeyên partiyê ji bo hilbijartina namzetan li 90 navendên li Kurdistanê dengên xwe dan.
Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirkê bû. Li Amedê jî wekî piraniya bajar û navçeyan encamên teqez piştî tûra duyemîn a pêşhilbijartinê hatin bidestxistin. Ji bo 2 pozîsyonên hevşaredariyên Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin û 11 jê mêr, 15 bernamzet serî lê dan. Herwiha, ji bo 17 navçeyên navendî û li derveyî bajarê mezin jî pêşbirkeke siyasî di navbera bernamzetan de pêk hat.
Di encama dengdanên ji bo bajarê mezin de Dogan Hatun û Serra Bucak wekî namzetên şaredariyê yên Dem Partiyê hatin diyarkirin.
Kampanya û ziman
27 bernamzet bi tirkî û 17 namzet jî bi tirkî-kurdî kampanyaya xwe ya danasînê meşandin. Lê di eslê xwe de ji bilî bikaranîna çend gotinan, piraniya zimanê kampanyaya koma tirkî-kurdî jî bi tirkî dikare bê hesibandin.
Yek ji nuqteyê vê giringiya vê kampanyayê zêdetir kir, bikaranîna zimanê danasînê bû. Ev jî xwe dispêre rewşa kurdi ku tevlî her du zaravayên xwe bi lez li Kurdistanê ber bo tunebûnê ve diçe. Zêdebûna rexneyên li dijî siyaseta kurd a ji ber bikaranîna wê ya tirkî bala parazvanên ziman kişand ser zimanê kampanyayê.
Koma Infowelat a Şopandina Hilbijartinê jî li ser vê mijarê, di konteksta Amedê de lêkolînekê kir. Komê xwe li ser navê 94 namzetan lêkolînê kir û ji vê hejmarê jî daneyên derbarê zimanê kampanyayê yê 52 kesan bi dest xistin.
Di encama vê lêkolînê de derket holê, tirkî zimanê serdest ê kampanyayê ye. Ji ber ku 27 bernamzet bi tirkî û 17 namzet jî bi tirkî-kurdî kampanyaya xwe ya danasînê meşandine. Lê di eslê xwe de ji bilî bikaranîna çend gotinan, piraniya zimanê kampanyaya koma tirkî-kurdî bi tirkî dikare bê hesibandin.
Ji 94 bernamzetên Partiya DEMê 8 kes kampanyaya xwe bi kurdî meşandin. Ji aliyê bikaranîna kurdî ya di kampanyayê de encamên herî xerab li navçeya herî mezin Baxlerê derket holê. Li vê navçeyê, bi tenê Omer Torlak kampanyaya bi kurdî meşand.
Li navçeya Peyasê di kampanyaya bernamzetan de kurdî nebû zimanê serdest. Li vê navçeyê Ozlem Başari Tirkî-Kurdî bi kar anî.
Ji perspektîfa parastina ziman a di proseya kampanyayê de yek ji encamên herî balkêş di warê zazakî de derket holê. Li deverên wekî Pîran, Hêne û Gêl û Çunguşê kampanyaya danasînê bi tirkî hat meşandin. Li herêma danasîna nivîskî bi zazakî nehat kirin.
Zimanê kampanyaya bernamzatan li gorî navçeyan wiha ye:
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Mîr Hasan Beg: Kurdî
Dogan Hatun: Kurdî
Yeter Erel Tuma: Kurdî
Gulşen Ozer: Tirkî-Kurdî
Garip Kandemir: Tirkî-Kurdî
Berdan Acun: Tirkî-Kurdî
Mahsuni Karaman: Tirkî-Kurdî
Serra Bucak: Tirkî-Kurdî
Cabbar Leygara: Tirkî (Hin peyam bi kurmancî-zazakî hatin dayin)
Baxler
Omer Torlak: Kurdî
Mehmet Bakiroglu: Tirkî-Kurdî
Siraç Çelik: Tirkî-Kurdî
Eylem Birtane: Tirkî
Bunyamin Şeker: Tirkî
Leyla Ayaz: Tirkî
Bulent Ateş: Tirkî
Mehmet Yeşilbaş: Tirkî
Peyas
Bêrivan Gulşen Sincar: Tirkî-Kurdî
Ozlem Başari: Tirkî-Kurdî
Davut Kesen: Tirkî
Velat Ozkan: Tirkî
Hikmet Altug: Tirkî
Haci Erdemir: Tirkî
Yenişehir
Safıye Akdag: Tirkî-Kurdî
Mehmet Ergun: Tirkî-Kurdî
Ferit Kahraman: Tirkî-Kurdî
Medeni Bukarki: Tirkî
Şivan Cemil Ozen: Tirkî
Sûr
Fatma Gulan Onkol: Kurdî
Birsen Guneş: Tirkî
Farqîn
Kadri Esen: Kurdî
Sevim Biçici: Kurdî
Mehmet Kaydu: Tirkî-Kurdî
Ferhat Parlak: Tirkî-Kurdî
Devran Matyar: Tirkî
Celal Alphan: Tirkî
Erxenî
Şiyar Guldiken: Tirkî-Kurdî
Pasûr
Murat Ipek: Kurdî
Bismil
Mehmet Şakir Demir: Kurdî
Yavuz Şimsek: Tirkî-Kurdî
Guven Tanrikulu: Tirkî-Kurdî
Mehmet Ceylan: Tirkî
Firat Yuksektepe: Tirkî
Orhan Ayaz: Tirkî
Çinar
Semra Akyuz: Tirkî
Pîran
Haci Akengin: Tirkî
Kasim Baytok: Tirkî
Hezro
Hasibe Yazdik: Tirkî-Kurdî
Çunguş (Şankuş)
Resul Dalkiliç: Tirkî
Egil (Gêl)
M.Zulkuf Polat: Tirkî
Hêne
Penbe Ekin: Tirkî
Fotoyê sereke: Avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û logoya DEM Partiyê/Rudaw
——————————
Koma Şopandina Hilbijartinê ya Infowelat