Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Appenzell Innerrhodenê

PROFÎLA KANTONÊ

Nifûs: 16.796
Rûzemîn: 172,48 km²
Paytext: Appenzell
Zimanê fermî: Almanî
Tevlîbûna Swîsreyê: 1513

Appenzell Innerrhoden di nav kantonên Swîsreyê de yek ji herî taybet û balkêş e. Ev kanton ji aliyê rûzemînê ve kantona duyemîn a herî biçûk e û ji alîyê nifûsê ve jî kantona herî biçûk a Swîsreyê ye. Tevî van pîvanên xwe yên biçûk, bi kûrayîya kevneşopîyên xwe, pergala xwe ya polîtîk a demokrasîya rasterast û xwezaya xwe ya balkêş, ji hemû herêmên din ên welat cuda dibe. Appenzell Innerrhoden kantoneke ku bi tevahî di nav sînorên Kantona St. Gallenê de hatîye dorpêçkirin. Ev kantona ku li bakurê rojhilatê Swîsreyê ye, li seranserê cîhanê zêdetir bi parastina nirxên xwe yên dîrokî û çandî tê naskirin.

Bakur û navenda kantonê piranî ji gund, zozan û mêrgên kesk û têrgîya pêk tên, loma jî jîyana gundewarî û çandinî li vir pir xurt e. Bajarokê Appenzellê ku paytext û navenda sereke ya kantonê ye, li vê herêmê ye. Başûrê kantonê ji çîyayan pêk tê û li vê herêmê Santis (2502 m) çîyayê herî bilind ê kantonê ye. Dabeşbûna cografî û dînî taybetmendîyeke dîrokî û gelekî girîng e ku Appenzell Innerrhodenê ji cîranê wê, Appenzell Ausserrhodenê, cuda dike. Di sedsala 16an de Kantona Appenzellê bi awayekî aştiyane li ser bingeha bawerîya dînî bû du beş: beşa katolîk ket bin navê Appenzell Innerrhoden û beşa protestan jî bû Appenzell Ausserrhoden.

Yek ji alîyên herî balkêş û navdar ên kantonê, pergala wê ya polîtîk a rasterast e ku bi navê Landsgemeinde tê naskirin. Her sal di meha nîsanê de, hemwelatîyên kantonê li qada giştî ya paytext Appenzellê kom dibin û bi bilindkirina destên xwe rasterast li ser qanûn û sîyaseta kantonê deng didin. Ev çanda ku berhema demokrasîya rasterast a kevnar e, Appenzell Innerrhodenê dike yek ji du kantonên Swîsreyê ku ev kevneşopî hîn jî bi awayekî zindî û fermî tê meşandin.

Kurtedîrok

Dîroka Kantona Appenzell Innerrhodenê bi giranî di bin sîya serwerîya Manastira St. Gallenê, têkoşîna ji bo azadîyê û dabeşbûna kûr a dînî de pêk hatîye. Ji Serdema Navîn heta sedsala 15an, şêniyên herêmê wekî girêdayîyên abatiya St. Gallenê dihatin rêvebirin. Lê belê, bertek û berxwedana xelkê herêmê ya li dijî bac û fişarên abatiyê di navbera salên 1401 û 1429an de veguherî “Şerên Appenzellê”. Di van şeran de gundiyên Appenzellê di Şerê Vögelinseggê (1403) û Şerê Stossê (1405) de serkeftinên leşkerî yên mezin li dijî artêşên xurt bi dest xistin û gav bi gav serxwebûna xwe ava kirin. Ev pêşketin di sala 1513an de bi tevlîbûna fermî ya kantona yekbûyî ji bo nava Konfederasyona Swîsreyê bi dawî bû.

Serdema Reformasyona Dînî ya sedsala 16an yekitîya kantona Appenzellê ji holê rakir. Herêma Ausserrhoden mezhebê protestan pejirand û şêniyên beşa navîn (Innerrhoden) jî li ser baweriya katolîk man. Ev aloziya dînî û siyasî ya di navbera her du aliyan de ew çend kûr bû ku di sala 1597an de herêma Appenzellê bi awayekî aştiyane bû du nîv-kanton: Appenzell Innerrhoden (katolîk) û Appenzell Ausserrhoden (protestan). Ji wê demê heta sedsalên nêzîk, her du kantonan sîstem, aborî û nasnameyên xwe yên çandî bi awayekî serbixwe domandin.

Di dawiya sedsala 18. de, serdemeke alozî û nakokiyên navxweyî dest pê kir. Bûyera herî balkêş a vê serdemê dadgehkirin û darvekirina serokê kantonê (Landammann) Anton Joseph Sutter a di sala 1784an de bû. Paşê şerên Fransayê û avabûna Komara Helvetîk hevsengiyên kevnar hejandin; lê belê piştî vekişîna fransiyan, Innerrhodenê di sala 1814an de yekem destûra xwe ya serbixwe ku dînê katolîk diparast pejirand û di sala 1815an de dîsa wekî nîv-kantona xweser cihê xwe di nav kantonên Swîsreyê de girt.

Tevî ku bi biryara Destûra Bingehîn a Federal a 1848an re kanton bû parçeyek ji Swîsreya modern, Innerrhodenê nêzîkî sedsalekê helwêsteke pir mihafazakar nîşan da û di navbera salên 1848 û 1899an de 50 pêşniyazên federalî yên navendî red kirin. Kantonê kevneşopiya xwe ya demokrasîya rasterast a bi sedan salan (Landsgemeinde) heta roja me ya îro jî parastîye. Yek ji geşedanên herî balkêş ên dîroka wê ya nêzîk ew e ku kantonê heta sala 1990î mafê dengdanê nedabû jinan û ev maf tenê di sala 1990/1991ê de bi biryara Dadgeha Federal a Swîsreyê hat pejirandin.

Nexşeya navçeyên kantonê. Tschubby, CC BY-SA 3.0

Demografî û ziman 

Kantona Appenzell Innerrhoden ji ber cografya xwe ya çiyayî û gundewarî, yek ji kantonên herî kêmnifûs a li seranserê Swîsreyê ye. Di 30ê Îlona 2025an de, nifûsa giştî ya kantonê gihîşt 16,214 kesî. Bi giştî li ser her kîlometre çargoşeyekê nêzîkî 97 niştecih dikevin, ku ev rêje ji navînîya giştî ya Swîsreyê (221 niştecih/km²) gelekî kêmtir e. Piranîya nifûsa kantonê ku di jiyana rojane de wekî Innerrhoder an jî bi zaravayê herêmî Innerrhöd(e)ler têne binavkirin, li dora paytext Appenzellê û nevalên nizm ên kantonê kom bûne.

Zimanê fermî û yê nivîskî yê kantonê almanî ye. Lê belê, di jiyana civakî û rojane de gel bi zaravayekî taybet a koma Alemannîk a Bilind (Höchstalemannisch) a şaxê rojhilatê Swîsreyê ye, diaxive. Ev zaravayê herêmî ji ber ku bi sedsalan di nav çiyayan de îzole maye, bi gelek bilêvkirinên kûr, form û peyvên kevnar ên xwerû, her weha bi nûjeniyên xwe yên dengî ji zaravayên kantonên din ên deştê cuda dibe û nasnameya çandî ya Innerrhodenê xurt diparêze.

Ji aliyê pêkhatina nifûsê ve, Innerrhoden ji gelek kantonên din ên pîşesazî bêtir homojen e. Rêjeya niştecihên biyanî 13% ye û ev rêje li ber navînîya neteweyî ya Swîsreyê (27.6%) gelekî nizm e. Civata biyanî ya li kantonê bi piranî ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê (wekî Almanya, Îtalya, Awisturya) û welatên Balkanan pêk tê ku di sektorên tûrîzm, çandinî û pîşesaziya herêmî de dixebitin.

Struktura dînî û mezhebî ya kantonê di dîrokê de xala herî giring a avabûna nasnameya wê ye. Appenzell Innerrhoden heta îro jî wekî keleh û navendeke mihafazakar a katolîkîyê tê nasîn. Li gorî daneyên fermî, 87.3%ê nifûsa ji 15 salî mezintir xwe wekî xiristiyan pênase dikin. Di nav vê rêjeyê de beşa herî mezin 74.5% katolîk in. Rêjeya Protestanan tenê 9.8% e. Civakên dînî yên din (wekî ortodoks, misilman û yên din) li derdora 6% e. Di heman demê de, berevajî kantonên bajarî yên Swîsreyê, rêjeya kesên ku xwe bê girêdana dînî an jî bêol (ateîst) pênase dikin tenê 9.4% e. Ev rewş nîşan dide ku girêdanên kevneşopî û olî li herêmê hîn jî xurt in.

Aborî

Di sedsalên borî de debara sereke ya kantonê xwedîkirina dewaran, hilberîna berhemên şîr û nîgarkirina berhemên qumaş û neqşên bi destan (Appenzeller Stickerei) bû. Ji sedsala 18an pê ve tevnçêkirin û pîşesazîya malê pêş ket, lê tu carî li Appenzell Innerrhodenê veguherîneke pîşesazî ya radîkal a wekî kantonên din pêk nehat û nasnameya kevneşopîyên gundewarî, çandinî û bazirganîya biçûk hat parastin.

Îro Hilberîna Navxweyî ya Neteweyî (HNN / GDP) ya Kantona Appenzell Innerrhodenê gihîştîye nêzîkî 1.2 mîlyar frankên Swîsreyê (CHF) û HNNya serê her kesî jî li derdora 75,526 CHF ye. Ev hecma aborîyê bi saya struktura sê-sektorî ya hevseng, bacên kêm û rêjeya bêkarîyê ya gelekî nizm ( 0.6% ) pêk tê.

Struktura aborî ya kantonê li ser sê sektoran belav dibe, lê rola Sektora Yekem (çandinî û darvanî) li gorî navînîya Swîsreyê hîn jî gelekî bilind e. Nêzîkî 11%ê hêza kar a kantonê bi awayekî rasterast di çandinî û ajalvanîyê de dixebite. Li kantonê rêjeya dewar û çêlekên şîr ew çend bilind e ku hema hema digihîje hejmara nifûsa kantonê bixwe (nêzîkî 14,800 dewar beramberî 16,800 niştecihan). Sembola herî navdar a aborîya çandinîyê ya herêmê penêrê cîhanî ye ku wekî Appenzeller Käse tê naskirin. Ev penêr ku dîroka hilberîna wî di belgeyên sala 1282an de jî derbas dibe bi giyayên çîyayî û bêhnxweşîya xwe yek ji çavkanîyên sereke yên îxracatê û nasnameya aborî ya kantonê ye.

Sektora Duyem (pîşesazî û avahîsazî) nêzîkî 28–30%yê hêza kar digire nava xwe ku bi piranî ji şîrketên biçûk û navîn û marqeyên taybet ên navdar pêk tê. Di nav van de kargeha Brauerei Locher Appenzeller Bier hildiberîne li seranserê Swîsreyê gelek navdar e. Şîrketa xwarin û vexwarinê Goba AG bi hilberîna ava mîneral a ji kanên çîyayî û vexwarina xwe ya giyayî Flauder marqeyeke girîng a kantonê ye. Di warê teknolojîya bilind de jî şîrketa Wyon AG li ser asteke cîhanî kar dimeşîne. Ev şîrket di qada hilberîna pîlên mîkro û pîlên şarjkirî yên biçûk (ku bi taybetî di cîhazên bihîstinê û amûrên bijîşkî de tên bikaranîn) rêberîya bazara cîhanê dike.

Sektora Sêyem (xizmetguzarî) jî bi rêjeya %57–60î sektora herî mezin a aborîyê ye ku tûrîzm, darayî û bazirganîya herêmî di nava xwe de dihewîne. Çîyayên bilind ên Alpsteinê (bi taybetî lûtkeya bilind a Säntisê ku gihîştîye 2,502 mêtroyî) hejmareke mezin a tûrîst û çîyageran dikişînin herêmê. Tûrîst ne tenê ji bo xwezayê, lê di heman demê de ji bo dîtina avahîyên rengîn û dîrokî yên bajarokê Appenzellê, çand û cejnên gundîyan ên birina çêlekan ber bi zozanan ve (Alpaufzug) tên herêmê.

Dema sondxwarinê di Landsgemeindeyê de. /Foto: Wihler, CC BY-SA 3.0

Sîstema polîtîk 

Sîstema polîtîk a Kantona Appenzell Innerrhodenê li ser bingeha demokrasîya rasterast a kevnar û sazîyên dîrokî hatîye avakirin. Li vê kantonê serwerîya herî bilind ne di destê parlamentoyê de ye, lê bi awayekî rasterast di destê gel bixwe de ye. Sazîya herî bilind a qanûnçêkirinê û biryardanê civata gel a bi navê Landsgemeinde ye. Her sal di yekşema dawî ya meha nîsanê de, hemû welatîyên ku xwedî mafê dengdanê ne li qada navendî ya bajaroka Appenzellê li hev dicivin. Li wir welatî bi bilindkirina destên xwe guherînên destûrî, qanûnên nû, budceya kantonê û hemû endamên hikumetê biryar didin û hildibijêrin. Ev meclîsa ku dîroka wê digihîje sala 1403an, kevneşopîyeke herî kevn a demokrasîyê ya kantonê ye.

Hikumeta kantonê ji 7 endaman pêk tê û ji ber sedemên dîrokî navê wê Standeskommission e. Hemû endamên hikumetê salane bi awayekî rasterast ji alîyê civata Landsgemeindeyê ve têne hilbijartin. Landammann rêvebirê her bilind e û karê serokatîyê sal bi sal di navbera du kesan de dizivire: serokê çalak ê salê (Regierender Landammann) û cîgirê ku sala piştî wê dibe serok (Stillstehender Landammann). Parlamentoya kantonê ji meclîsa Grosser Rat pêk tê ku ji 50 endaman tê avakirin. Berevajî kantonên din ku parlamento sazîya herî bilind e, li Appenzell Innerrhodenê Grosser Rat sazîyeke şêwirmendiyê û amadekar e. Dema ku qanûnek an budceyekê amade dike, ew pêşnîyazî Landsgemeindeyê dike da ku gel biryara dawî bide. Endamên vê meclîsê ji alîyê navçeyan ve ji bo dema çar salan têne hilbijartin.

Tişta ku Innerrhodenê ji hemû kantonên din ên Swîsreyê cuda dike ew e ku li vir asteke cuda ya beledîyeyan (Gemeinden) tune ye. Di şûna beledîyeyab de kanton rasterast dabeşî pênc rêveberîyên herêmî dibe ku ji wan re Bezirk tê gotin: Appenzell, Schwende-Rüte, Schlatt-Haslen, Gonten û Oberegg. Ev navçe hem erkên kevneşopî yên şaredarîyan û hem jî erkên îdarî yên navçeyê bi yek destî bi rê ve dibin. Civîna biryardanê ya van navçeyan jî mîna ya kantonê di civîna vekirî ya gel (Bezirksgemeinde) de pêk tê.

Di warê dadwerîyê de, dada yekem di asta navçeyan de di dadgeha Bezirksgericht de ye û sazîya herî bilind a dadwerî ya kantonê Kantonsgericht e ku serok û dadwerên wê jî salane ji alîyê Landsgemeindeyê ve têne diyar kirin. Di asta federalî jî, ji ber ku Appenzell Innerrhoden ji alîyê dîrokî ve nîv-kanton e, di Konseya Eyaletan (Ständerat) de ji bo wê tenê yek kursî hatîye veqetandin û di Meclîsa Neteweyî (Nationalrat) de jî bi yek parlamenterî tê temsîlkirin.

Gotar di hejmara 52. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdistan_referendum_and_pro-Kurdistan_independence

9 sal piştî referandûmê: Ji mafê self-determînasyonê ber bi realpolîtîka herêmî ve

Tevî hemû zextên sîyasî, leşkerî û aborî, 92.73% dengên ‘Erê’ di hişê gel de wekî …