Di 1ê çirîya paşîn a 1956an de, Qanûna Reorganîzasyona Dewletê ket meriyetê û sînorên Hindistanê li ser bingeha ziman ji nû ve hatin xêzkirin. Bi vê qanûnê hat pejirandin ku nasnameya ziman dikare bibe bingeha avakirina herêmên federal be. Ev qanûn piştî 70 salan, hîn jî yek ji mînakên herî mezin ên reorganizasyona demokratîk a li ser bingeha ziman e.
Di 1ê çirîya paşîn a 1956an de, Hindistanê yek ji guhertinên xwe yên herî mezin a navxweyî pêk anî. Qanûna Reorganîzasyona Dewletê (States Reorganisation Act) ku di 31ê tebaxê de ji alîyê parlamentoyê ve hatibû pejirandin, di wê rojê de ket meriyetê û sînorên gelek eyaletan li ser bingeha ziman ji nû ve xêz kir. Qanûn ne tenê reformeke îdarî bû lê pejirandina fermî bû ku ziman dikare bibe pîvana sereke ya avakirina yekîneyên siyasî.
Berî 1956an, sînorên eyaletên Hindistanê bi piranî ji dema dîroka kolonyal û mîrektîyan mabûn. Eyalet li gorî statûya berê (eyaletên berê yên Brîtanî, mîrektî û herêmên din) hatibûn dabeşkirin. Ziman û nasnameya çandî di rêza duyemîn de bûn. Lê piştî serxwebûnê, daxwazên li ser bingeha ziman zêde bûn. Tevgera ji bo Andra Pradeş rê li ber reformeke mezin vekir. Komîsyona Fazl Ali (States Reorganisation Commission) di 1955an de bi rapora xwe pêşnîyaz kir ku sînor li ser bingeha ziman, lê bi berçavgirtina yekîtiya neteweyî, karîgeriya îdarî û aborî werin xêzkirin.
Qanûn di 31ê tebaxê de hate pejirandin û di 1ê çirîya paşîn a 1956an de kete merîyetê. Di heman demê de, Guherîna Heftemîn a Destûrê (Constitution Seventh Amendment Act) jî kete meriyetê û dabeşkirina kevn a herêman hat betalkirin. Bi vê qanûnê hebûna “eyalet ” û “erdên yekitîyê (Union Territories)” hatin qebûlkirin.
14 eyalet hatin avakirin
Li gorî beşa duyemîn a qanûnê, gelek guhertinên mezin pêk hatin. Kerala ji herêmên Travancore-Cochin Malabar û Kasaragod hate avakirin. Andra Pradeş bi yekkirina eyaleta Andra û herêmên Telugu yên Hayderabadê hate afirandin. Mysore (paşê Karnataka) bi zêdekirina herêmên kannada-axêv mezin bû. Bombay, Madya Pradeş, Rajastan, Pencab û gelekên din jî hatin nûjenkirin. Bi vî awayî, hejmara eyaletan ji 27an daket 14 û hejmara Erdên Yekitîyê jî bû 6.
Ev reorganizasyon ligel xêzkirina sînoran li ser bingeha ziman, berjewendiyên aborî, rêveberî û yekîtiya neteweyî jî li berçav girtin. Hin herêmên ku zimanê wan cuda bûn, di nava dewletekê de man û hin sînorên kevn hatin parastin. Lê prensîba sereke zelal bû: ziman êdî pîvana sereke ya avakirina yekîneyên federal e.

Zimanên eyaletan geş bûn
Bandora vê reforma mezin a li ser civakê di demeke kurt de xwe nîşan da. Di salên bê de edebîyat, sînema, perwerde û siyaset di zimanên eyaletan geş bûn. Nasnameyên zimanî ne yekîtiya Hindistanê qels nekirin, lê vê xurtir kir. Berevajî mînakên din ên herêmê (wekî polîtîkaya zimanî ya Sri Lankayê an redkirina nasnameya bengali li Pakistanê), Hindistanê bi serfirazî nasnameyên herêmî di nava çarçoveya destûrî de parast.
Ji bo gelên ku hîn jî li ser mafên zimanî, xweserî û self-determinasyonê têdikoşin, States Reorganisation Act 1956 mînakek e. Ew nîşan dide ku dema dewletekê biryar dide ku ziman û nasnameya çandî nas bike û li ser wê bingehê rêveberiyê organîze bike, ew dikare bi xwe re aramîyê û geşbûna demokrasîyê bîne. Kerala, Andra, Karnataka û yên din îro hîn jî li ser vê mîrateyê dijîn.
Di heman demê de, qanûn sînorên hin sînoran jî nîşan da û hemû daxwazan qebûl nekir. Hin herêmên ku zimanê wan hevpar bûn di nava eyaletên cuda de man û hin nakokî (wekî yên li ser Bombay an Pencapê) berdewam kirin. Lê bi giştî, reforma 1956an bû yek ji sebeba sereke ya aramî û halxweşîya Hindistanê.
Foto: Civîneke Meclîsa Damezrîner a Hindistanê (1950)/Wikimedia Commons
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat