Arşîvên Tag: ûkrayna

Ûkrayna êrişê Rûsyayê kir

Bajarên Belgorod û Kurskê yên li Rûsyayê rastî êrişa fuze û dronan a Ûkraynayê hatin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir, bajarên wan Belgorod û Kurskê yên nêzîkî sînorê Ûkraynayê, rastî bombebaranê hatine. Berdevkê wezaretê Igor Konaşenkov di daxuyaniyê de got, êrişa Ûkraynayê bi …

Bêtir »

Japonya polîtîkaya xwe ya pasîfîst nîqaş dike

Şerê li Ûkraynayê ji ber bandorên xwe yên jeopolîtîk dibe sebeb li cîhanê mîlîtarîzm pêş bikeve Piştî Almanyayê, niha jî Japonya bêalîbûna xwe ya leşkerî û lêçûyinên ji bo artêşê nîqaş dike. Japonya ji aliyê meseleya parastinê ve ev 80 sal in xwedî polîtîkayeke pasîfîst e. Li gorî destûra bingehîn …

Bêtir »

Berxwedana Ûkraynayê planên Rûsyayê tevlîhev kirin

Artêşa rûs ku li ber deriyên bajaran hat sekinandin, hêviya xwe ya serkeftineke bilez winda kir û dest bi bombebarana giran kir. Bi bomberanê re, li bajaran ligel hilweşîneke mezin windahiyên sivîl pêk hatin û ji ber vê, li qada navneteweyî de Rûsya bi sûcên şer hat tometbarkirin. Şerê li …

Bêtir »

Saziyên Ewrûpayê qadên şerê Rûsya-Ûkraynayê ne

Konseya Ewrûpayê ji 47 welatan pêk tê ku nifûsa wan bi tomerî digihîje 800 milyonî. Konsey piştî şerê cîhanê yê duyemîn, bi armanca ewlekariya parzemîna Ewrûpayê hat damezrandin. Ji bilî berxwedana leşkerî ya li dijî Rûsyayê, Ûkrayna di qada dîplomasiya navxweyî ya Ewrûpayê de jî têkoşîna xwe didomîne. Helbet di …

Bêtir »

Serokê komedyen ê Ûkraynayê: Zelenskî

Di dema şer de jî Zelenskî ferqa xwe ya ji rêvebiriya Rûsyayê nîşan da û di dewsa daxiyaniyên klasîk de, gelek caran bi selfiyên xwe derket pêş. Herwiha Zelenskî bi van gotinên xwe henekê xwe bi Pûtîn kir: “Ji welatê me derkeve. Eger tu dernakevî ka were bi min re …

Bêtir »

Çîn li Ûkraynayê Pûtîn tenê hişt

Ji ber tirsa parçebûna li nava malê, rêvebiriya Çînê herdem di polîtîkaya xwe ya derve de destekê dide yekitiya axê û dixwaze sînorên heyî yên welatên cîhanê bên parastin. Ji ber vê sebebê, Çîn di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de biryara li dijî Rûsyayê veto nekir. Dema ku bi …

Bêtir »

Almanya terka Ostpolitikê kir

Almanya  di bin banê siyaseta Ostpolîtîk ku ji hukumetên berê dewr girtibû, Rûsyayê re têkiliyên nerm dimeşandin. Her du alî hevparên hev ên girîng ên bazirganiyê bûn. Hukumeta Scholz bi riya ambargoyên giran ên li dijî Rûsyayê û bi zêdekirina butçeya xwe ya parastinê dawî li vê polîtîkayê anî. Almanya …

Bêtir »

Dostaniya Tirkiye û Rûsya ber dawî ve diçe?

A.Rahman Çelîk Tirkiye bi destpêka Şerê Ûkraynayê êdî nikare di navbera her du welatan de polîtîkaya balansê bimeşîne. Wisa xuya dike Enqere di meseleya dawî de wê bide pey rêka NATO’yê. Bê guman wê ev yek jî wê bi hêsanî pêk neyê û berdêlên wê hebe. Yek ji welatê ku …

Bêtir »

Şerê Ûkraynayê dest pê kir

Pûtîn: Em ê Ûkraynayê ji naziyan paqij bikin! Êrişa artêşa Rûsyayê ku ji kanûnê û vir ve Ûkraynayê dorpêç kiriye, danê vê sibehê pêk hat. Di kêliyên ewil a şer de, fuzeyên yên Rûsyayê bariyan li ser hedefên li Ûkraynayê. Û bi vê re li paytext Kîew û li bajarên …

Bêtir »

Rûsya proseya îlhaqkirina Donbasê da destpêkirin

  Beriya biryara surprîz a lîderê Rûs Pûtîn, her du lîderên herêma serhildêr a Donbasê derketin pêşiya kamerayan û proseya bi xetere dan destpêkirin. Di destpêkê de lîderê Komara Donetskê Denis Puşîlin axivî û ligel spasiyên xwe yên ji bo Rûsyayê got; ew dixwazin herêm bibe parçeyeke Rûsyayê. Bi vê …

Bêtir »

Ji bo aştiyê çû lê peymana leşkerî îmze kir

Wisa xuya dike ligel hemû retorîka xwe ya dostanî û aştiyê jî, di krîza li Rojhilatê Ewrûpayê de dewleta tirk neçar dimîne xwe nêzîkî aliyekî bike. Peymanên dawî yên roja pêncşemê hatin îmzekirin nîşan didin, aliyê ku Enqere wê ligel wî cî bigire Kîew e. Erdoganê ku heta niha tim …

Bêtir »

Ûkrayna polîtîkaya asîmîlasyonê kûrtir dike

Qanûna nû  rasterast bandorê li rojnameyên Rûsî dike û zemîna hiqûqî ya weşana wan ji holê radike. Rojnameyên neteweyî yên li Ûkraynayê wê ji 2024’an û bi şûn ve wê bi tenê bi zimanê ûkraynî weşanê bikin. Ûkrayna di demên dawî de herdem bi aloziya leşkerî ya di navbera wê …

Bêtir »

Li Ûkraynayê rîska şer bilind bû

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê, ji bo kêmkirina aloziya di navbera endamên NATO û Yekitiya Sovyetê de, sala 1975’an li paytexta Fînland Helsînkiyê hatibû damezrandin. Rêxistin di mijara ewlekariyê de însîyatîfa herî mezin a Ewrûpayê ye ku tê de 57 welat tên cem hev. Civîna 57 endamên Rêxistina …

Bêtir »

Ûkrayna bi qanûna ziman mafên zimanên kêmar bi sînor kir

Serokê nû yê Ûkraynayê ku di hilbijartinê de ji % 73’ê dengan girtibû, di 20 Gulanê de hat ser kar. Serokê kevn ê Ûkraynayê Petro Porošenko beriya îktîdarê ji serokê nû re bihêle, qanûneke nû ya ziman îmze kir. Bi vê qanûnê, mafên zimanên kêmar tên bisînorkirin. Qanûna ziman di …

Bêtir »

Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin

    Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin. Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn …

Bêtir »

Macarên li Ûkraynayê nasnameya xwe diparêzin

    Zakarpattia herêmeke li başûrêrojavayê Ûkraynayê ya nêzîkî sînorên Slovakya, Romanya û Macarîstanê ye. Hebûna gelê macar a li hin navendên vê herême pir xurt e. Hikumeta Macarîstanê destekê dide parastina hemû mafên etnîk ên macar li ênvê herêma nêzîkî sînorên xwe. Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban di demên dawî …

Bêtir »

Tatarên Kirimê 70 sal berê hatin sirgûnkirin

    Di 12’ê Gulana 1944’an de Artêşa Sor li nîvgirava Kirimê hêzên Nazî têk bir û bi vî awayî dawî li Êrîşa Kirimê ya Eniya Rojhilat anî. Josef Stalîn ku ji bo cezekirina her kesê ku di dema dagirkirina herêmê ya sê salan de ji hevkariya wan a bi …

Bêtir »

Tatarên Kirimê banga xweseriyê kirin

    Tatarên Kirimê ku herêmeke Ûkraynayê bû û niha tevlî Federasyona Ûkraynayê bûye, bang li cîhanê kirin ku mafên wan ên diyarkirina qederê bê naskirin. Qurultaya Gelê Tatar ê Kirimê di civîna xwe ya di 29’ê Adarê ya li Bahçesarayê de biryara Meşandina Mafê Diyarkirina Qederê ya ji aliyê …

Bêtir »

Ûkrayna: Pêşerojeke federalîst?

    Bêaramiya li Ûkraynayê dikare bêyî jinûveşekildayina dewletê ya bi destûra bingehîn a federalîst bê kêmkirin? Di 17’yê Nîsana 2014’an de roja Sêşemê wezîrên karên derve yên DYA’yê John Kerry, yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Ûkraynayê Andri Deshchtsia û nûnerê Polîtîkaya Derve yê Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton ji bo …

Bêtir »

Poloniyên li Ûkraynayê daxwaza xweseriyê dikin

    Pêvajoya nîqaşên federalbûna Ûkraynayê bandorê li ser kêmara polonî ya li vî welatî dijîn kir. Daxwazên xweseriyeke berfireh û statuyeke fermî ya ji bo zimanê polonî di nava rûniştvanên bajarê Jîtomîrê de destekê dibîne. Bi minasebeta 25’emîn salvegera rêxistina Yekitiya Polonî, li Jitomirê civîna polonî-ûkraynayî hat li dar …

Bêtir »