Hawara malbatên leşkerên Rûsyayê

Jin û dayikên leşkeran ên ji du bajarên biçûk ên li Uralê, Serov û Severouralskê ji bo derbarê mercên leşkerên li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê, bi taybetî jî li Luhanskê rû bi rû ne bala raya giştî bikişînin, derketin medyayê.

Hawara xizmên leşkeran gaveke wêrek bû. Ji ber ku li Rûsyayê di demên dawî de li ser enformasyona “sexte” ya derbarê şer de qanûnên ji bo jidandina zextan hatin qebûlkirin.

Di bin sansura giran de medyaya rûs kêm caran rexneyên derbarê rêvebiriyê de diweşîne.

Lêbelê du weşanên online ên li herêma Uralê, di hefteya dawiyê ya di 2022’an de ceger kir hawara malbatên leşkeran biweşîne.

Leşker û malbatên wan dema dixwazin çalak bibin bi gelemperî medyaya sosyal û teknolojiyê bi kar tînin. Lê vê carê malbatên leşkeran bi riya rojnamegerên profesyonel xwe îfade kirin. Piraniya wan, ji heman medyayê ne ku heftiyeke piştî dagirkirina Rusya ya Ûkraynayê di rûpelên yekemîn ên rojnameyên xwe de sloganên li dijî şer weşandin. Ji bo vê weşanê li wan 1.5 milyon rûble (bi qasî 24,000 dolar) ceza hate birîn.

Malbat di dewsa artêş an serokomar Vladimir Putin de dixwazin bala civaka sivîl û hukumeta herêmî bikişînin. Ji ber ku wan “heta niha serî li her derê dane” lê tu bersivekê negirtine.

Jin û dayikên leşkeran ên ji du bajarên biçûk ên li Uralê, Serov û Severouralskê ji bo derbarê mercên leşkerên li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê, bi taybetî jî li Luhanskê rû bi rû ne bala raya giştî bikişînin, derketin medyayê.

Bi şev ew birine wir û paşê wekî kûçikan li wê çolê terka wan kirine. […] Bi tenê 40 kes ji wan ji wê çola xirûxalî bi saxî vegeriyan e.

Malbatên leşkerên Rûsyayê, li bajarên li herêma Uralê ji medyaya herêmî re axivîn.

Di vîdyoyekî Youtubeê de yek ji dayika leşkeran wiha dipeyive:

Kurê min duh telefonê min kir. Ew li eniyê tena serê xwe û bê fermandar hatine hiştin. Di wê sermayê de tev nexweş ketine. Nuqteya kontrolê ya rûs nehiştine ew ji eniya şer dûr bikevin. Ew wekî leşkerên dilxwaz tên nîşandan. Lê ev ne rast e. Ligel wan tu fermandar tune ye. Îro careke din telefonê wan kirine. Ew ê careke din ew bişînin eniyê. Wan ev red kiri ye. Ji ber ku ew nehatine perwerdekirin. Ez dizanim niha şer berdewam dike lê rêvebir di televîzyonê de qala leşkerên nû ku tevlî artêşê bûne nakin. Ev çend heftene leşker rastî topberanê tên.

Fermandarî ji wan dixwaze ew biçin qada SVO (operasyon leşkerî ya taybet). Ji ber li Rûsyayê qedexe ye dagirkirin wekî “şer” bê pênasekirin. Eger ew red bikin, fermandar di cî de bi mehkemeyê gef li wan dixwin.

Bavê yek ji leşkeran jî fikarên xwe yên derbarê siheta leşkeran de wiha îfade dike:

Xwarina wan xilas bûye; serê mirovê rojane 1.5 lître avê didin wan.

Oksanaya ji Serov digirî:

Îro hevjînê min telefon kir û jê re gotin kure me şandine eniya şer. […] Bi şev ew birine wir û paşê wekî kûçikan li wê çolê terka wan kirine. […] Bi tenê 40 kes ji wan ji wê çola xirûxalî bi saxî vegeriyan e.

Civîna dawî ji aliyê Komîteya Dayikên Leşkeran ve hate organîzekirin. Ev saziya sivîl di asta neteweyî de li Rusyayê zêde ne aktîf e. Lê wisa xuya dike li herêmên Rusyayê çalake.

Civîna dawî ji aliyê Komîteya Dayikên Leşkeran ve hate organîzekirin. Ev saziya sivîl di asta neteweyî de li Rusyayê zêde ne aktîf e. Lê wisa xuya dike li herêmên Rusyayê çalake.

Hawara xizmên leşkeran gaveke wêrek bû. Ji ber ku li Rusyayê di demên dawî de li ser enformasyona “sexte” ya derbarê şer de qanûnên ji bo jidandina zextan hatin qebûlkirin. Wisa xuya dike axaftina wan a ji raya giştî re ji bo silametiya zarok, mêr û birayên wan tekane rê ye. Ew dibêjin, xizmên wan dema Putin banga mobîlîzasyona wan kir,  “ew nereviyan û xwe veneşart in; bi tenê çend saetên wan hebûn ji bo xwe amade bikin.”

Rûsya di 21’ê îlonê de biryara mobîlîzasyona leşkerî da. Li gorî rêvebiriya Rûsyayê, wê ev di mijdarê de bi dawî bibe. Lê ji ber ku derbarê vê de tu biryareke hiqûqî nehatiye îmzekirin, ev prose heta dikare bê domandin. Di vê navberê de, ji bo tevlî artêşê nebin di navbera îlon û cotmeh 2022’an de bi sed hezaran kes terka Rûsyayê kirin.

————–

Ev nivîs cara ewil di Globalvoices de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …