Swîsre mafê penaberiya da 69 hezar ukraynaniyan

Swîsre mafê penaberiyê da li derdora 69 hezar welatiyên ji Ukraynayê

Koçberên ji Ukraynayê mafê statuya parastinê S werdigirin

Ji bilî alîkariya li kantonan, Swîsre salane 3000 CHF pere dide ukraynayiyan

Swîsre agahiyên nû yên li ser koçberên ji Ukraynayê weşandin.

Li gorî vê, ji destpêka şer û vir ve 71.140 welatiyên Ukraynayê serî li penaberiyê dan e.

Daneyên derbarê koçberên ji vî welatî de her hefte ji aliyê Sekreteriya Koçberiyê (SEM) ve tê weşandin.

SEM di enformasyona xwe ya dawî de diyar kir, 68.766 ukraynayiyan li Swîsreyê mafê penaberiyê wergirtine.

Swîsre bi biryara xwe ya 12 adar 2022’an mafê statuya parastinê S ji bo ukraynaiyan xistibû meriyetê.

Bi vê statuyê, welatiyên Ûkraynayê li Swîsreyê dibin xwedî mafê demî ya penaberiyê.

Hukumeta Swîsreyê paşê biryar girtibû, ji bilî desteka heyî ya li kantonan, salane 3.000 CHF pere bide penaberan.

Di rapora dawî ya SEM’ê de agahiyên derbarê hejmara penaberên ukraynayî yên li welatên din ên Ewrûpayê jî tên parvekirin.

Li Swîsre û welatên din ên Ewrûpayê hejmara ukraynayiyên serî li penaberiyê dane.

Ji daneyan xuya dibe, Rûsya bi 2.852.000 kesî hejmara herî zêde ya penaberên ji Ukraynayê dihewîne.

Ji bilî Rûsyayê, ukraynayê herî zêde koçî van welatan kirine:

  • Polonya:             1.498.000
  • Almanya:           1.000.000
  • Çekya:                460.000
  • Îtalya:                 164.000
  • Îspanya:             153.000

Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Demirtaş, di 2017an de Fakulteya Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Mersinê li Tirkiyeyê xelas kir. Herwiha, Demirtaş di sala 2020an de dest bi Fakulteya Ragihandin, Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Firatê kir. Ew di sala 2019an de an de di malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir û di 2020an de bû edîtorê malperê. Demirtaş, di sala 2022an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welêt wekî penaberekî siyasî dijî.

Li vê jî binêre

Cegerxwîn li gundê xwe Hesarê hat bi bîr anîn

Di salvegera wefata helbestvanê nemir Cegerxwîn de, Komeleya Wêjekarên Kurd û Sozder (Komeleya Lêkolînên Çand, …