Moskva ku li Derya Reş serkeştiya hêzên deryayî yên Rûsyayê bû, di êrişe Ûkraynayê de binav bûbû.

Moskow peymana zad betal kir

Rûsya peymana xwe ya zad a bi Ûkraynayê re betal kir.

Ûkraynayê ragihand, piştî betalkirina peymanê 218 keştiyê li benderên welêt asê man.

Lewma careke din, li bazara xurekan a li cîhanê bêîstikrarî serdest bû.

Rûsya peymana xwe ya zad a bi Ûkraynayê re betal kir.

Moskow ji bo vê êrişa dawî ya Ûkraynayê ya li dijî hêzên xwe yên deryayî nîşan da.

Ev yek jî di carekê de li Derya Reş aloziya heyî derxist asta her bilind.

Herwiha bazara xurekan a li cîhanê jî piştî bê biryarê careke din bêîstikrarî serdest bû.

Ev jî wê bibe sebeb krîza xurekan a ji ber şerê Ûkraynayê dest pê kiribû wê hîn bêtir kûr bibe.

Ûkraynayê ragihand, piştî betalkirina peymanê 218 keştiyê li benderên welêt asê man.

Kîew ragihand, 95 ji wan keştiyan bi bare xwe yên zad ber bi bazarên cîhanê bi rê ketibûn.

Peymana serbestiya firotina zad a Rûsya-Ûkraynayê bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê di tîrmehê de li Stenbolê hatibû îmzekirin.

Peymana serbestiya firotina zad a Rûsya-Ûkraynayê bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê di tîrmehê de li Stenbolê hatibû îmzekirin.

Êrişên li Derya Reş

Wezareta Parastina Rûsyayê dabû xuyakirin, baregeha hêzên deryayî yên Rûsyayê Sebastopol roja şemiyê rastî êrişê hatiye.

Kremlin ragihandibû, êriş ji aliyê dronan û wesayitên binavê hatiye lidarxistin.

Di êrişê de ligel keştiyên din, serkeştiya şer a Amîral Makarov jî xisar dîtibû.

Di nîsanê de Ûkrayna êrişî serkeştiya stolaya rûs Moskva kiribû.

Moskva ku li Derya Reş serkeştiya hêzên deryayî yên Rûsyayê bû, di êrişeke Ûkraynayê de binav bûbû.

Moskvaya xwedî fuzeyên cruise, di vê êrişê de binav bûbû.

Paşê di 31’ê tîrmehê de baregeha hêzên deryayî yên rûs ya li Derya Reş Sebastopol rastî êrişeke hewayî hatibû.

3 hefte berê jî li Pira Kerçê ya li Kirimê teqînek pêk hatibû û zirareke mezin gihîştibê pirê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …