G7 wê 50 milyar dolarê Rûsyayê bidin Ukraynayê.
Vê alîkarîya mezin ji alîyê Amerîkayê ve wê wekî kredî bê dayîn û bi faîza ji pereyên Rûsyayê tê bidestxistin wê deynê kredîyê bê dayîn.
Lîderên G7 biryarê dan ji pereyên Rûsyayê 50 mîlyar dolar bidin Ukraynayê.
Biryara alîkarîyê ji bo Ukraynayê di civîna G7an a li Îtalyayê hat dayîn.
Vê alîkarîya mezin wê ji alîyê Amerîkayê ve wekî kredî bê dayîn.
Ji bo dayîna kredîyê wê kara ji pereyên Rûsyayê yên di bankeyên endamên Yekîtîya Ewrûpayê de hatine cemidandin, bê bikaranîn.
Welatên ewrûpî û Amerîka piştî êrişa bi ser Ukraynayê ve, dest danîn ser hebûnên Bankeya Navendî ya Rûsyayê û biryarên ambargoyên giran girtibûn.
Ev hebûn hîn jî bi awayekî qanûnî yê Rûsyayê tê qebûlkirin lêbelê destûr nayê dayîn Rûsya vê bi kar bîne.
Niha hêvîya lîderên G7an ev e, kara ji pereyê ji Rûsyayê tê bidestxistin, bikaribe deynê kredîyê bide.
Eger kar têrî dayîna kredîyê neke, ew ê plana G7an têkeve nava xetereyê.
Tê ragihandin, kredîya soza wê hatîye dayîn wê heta serê salê bigihîje Ukraynayê.
Ligel lêçûyînên leşkerî, ji bo jinûveavakirinê pêdivîya Ukraynayê bi pereyeke pir zêde heye.
Bankeya Cîhanê dide zanîn pêdivîya Ukraynayê di 10 salên bê de bi 486 milyar dolarî heye.
Welatên G7an
G7 koma welatên herî dewlemend ên cîhanê ye ku ji 7 endaman pêk tê.
Kom bi civînên wezîrên fînansê yên van heft welatan di 1973an de dest bi xebatê kir.
Amerîka, Kanada, Japonya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalya endamên bê komê ne.
Yekîtîya Ewrûpa tevî ku ne endame jî, di civînên G7an de tê temsîlkirin.
….…………………………………………………………..
Foto: Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni malovanîyê ji civîna G7an kir./X.com
Infowelat