Ewrûpa ji bo Ukraynayê lembeya kesk vêxist

Konseya Ewrûpayê  ji bo namzetiya Ukraynayê lembeya kesk vêxist.

Lê ji ber astengiya Hûngaryayê Ewrûpa nekarîbû 50 milyar euroyê soz dabû bide Ukraynayê.

Lîderên Yekitiya Ewrûpayê di civîna xwe ya duh de ji bo namzetiya Ukraynayê lembeya kesk vêxistin.

Beriya biryarê, Hûngarya bi hêza xwe ya vetoyê gef li Yekitiya Ewrûpayê xwar.

Serokwezîrê Hûngaryayê Victor Orban ev çendekî dida zanîn, ew ê biryara ji bo muzakereyan û 50 milyar euroyê Bruksel dixwest bide Ukraynayê veto bike.

Lewma tirsa endamên Yekitiya Ewrûpayê ev bû, wê civîna Brukselê bi fiyaskoyekê bi dawî bibe.

Bi mebesta pêşîgirtina vetoya Hûngaryayê, lîderên Ewrûpî di kêliya dawî de tawizekî dan vî welatî.

Yekitiya Ewrûpayê beriya civînê destûrê da, Hûngarya bikaribe ji fonên ji bo wê hatine terxankirin 10 milyar euroyî bigire.

Bruksel bi sebeba rêzê ji hiqûqa Yekitiya Ewrûpayê re nagire, fonên Hûngaryayê cemidandibû.

Piştî vê gavê, lîderê hûngarî biryar da tevlî civîna ji bo Ukraynayê nebe.

Ev jî destûrê da 26 lîderên welatên ewrûpî riya muzakereyên bi Ukraynayê re vekin.

Herçî Victor Orban e, wî di peyama xwe de îdîa kir, bazara fonên Hûngaryayê bi Yekitiya Ewrûpayê re nekiriye.

21 milyarê euroyê Hûngaryayê 

Ji fonên ji bo Hûngaryayê hatine terxankirin hîn 21 milyar dolar hatiye cemidandin.

Orban biryara ji bo Ukraynayê jî “bêwate, ne rasyonel û biryareke şaş” pênase kir.

Lê wisa xuya dike, problema di navbera Hûngarya û Yekitiya Ewrûpayê de wê hîn berdewam bike.

Ji fonên ji bo Hûngaryayê hatine terxankirin hîn 21 milyar dolar hatiye cemidandin.

Lewma jî ev mesele herdem wê di navbera Bruksel û Bûdapeşteyê de bibe wekî kelem.

Muzakereyên bi Moldovayê re

Lîderên Ewrûpî ligel Ukraynayê, destpêka muzakereyên endamtiyê yên bi Moldovayê re jî pesend kirin.

Yek ji destkeftiyên civîna Yekitiya Ewrûpayê bû guman Moldova bû.

Lîderên Ewrûpî ligel Ukraynayê, destpêka muzakereyên endamtiyê yên bi Moldovayê re jî pesend kirin.

Komîsyona Ewrûpayê, di civîna xwe ya 8ê mijdarê de pêşniyaz kiribû, muzakereyên endamtiyê yên bi Ukrayna û Moldovayê re dest pê bikin.

Infowelat

Foto: Salona civînê ya Konseya Ewrûpayê /Foto: Malpera Yekitiya Ewrûpayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …