Zelensky zimanê xwe nerm kir

Volodimir Zelebnsky dixwaze xwe wekî mirovekî maqûl a ji bo çareseriya aştiyane xebatê dike nîşan bide.

Piştî mehên bi bomberan û hilweşînê derbas bûn, cara ewil ji devê Zelensky gotina “aştî” derket.

Rêvebiriya Kievê ku tevlî Rûsyayê bû sebeba karesata dawî ya li Ûkraynayê niha qala aştiyê dike.

Piştî mehên bi bomberan û hilweşînê derbas bûn, cara ewil ji devê Zelensky gotina “aştiyê” derket.

Lîderê Ûkraynayê di serdana xwe ya bajarê Xersonê de van gotinan kir:

Em ji bo aştiyê, aştiya ji bo hemû welatê xwe amade ne.

Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky paşê tevlî civîna G20’an a li Îndonezyayê jî bû û li wir jî qala çareseriya şerê li welatê xwe kir.

Zelensky duh ji beşdarên vê civînê re bi riya vîdyoyê axaftinekê kir.

Bi vî awayî, di her du axaftinên xwe yên dawî de lîderê Ûkraynayê xwest xwe wekî mirovekî maqûl a ji bo çareserya aştiyane xebatê dike nîşan bide.

Lîderê ûkraynî wiha axivî:

Ez gihîştin wê qeneetê, niha dem hatiye şerê hilweşîner ê Rûsyayê divê bê sekinandin. Ev mimkûn e. Eger ev pêk were ew ê bi hezaran kes nemirin.

Zelenkiy ji bo pêkhatina aştiyê hurmeta ji bo yekitiya axê ya Ûkraynayê wekî şertek da pêşiya Rûsyayê.

Ligel vê, Zelensky di berdewama axaftina xwe de diyar kir, “agirbestek incax Rûsya ji Ûkraynayê vekişe pêkan e.”

Bi vî awayî, di her du axaftinên xwe yên dawî de lîderê Ûkraynayê xwest xwe wekî mirovekî maqûl a ji bo çareserya aştiyane xebatê dike nîşan bide.

 Tê ragihandin, di rojên dawî de nermbûna zimanê Zelensky ji ber daxwazên Amerîka û Ewrûpayê pêk tê.

Zelenskiy xwe maqûl nîşan dide

Tê ragihandin, di rojên dawî de nermbûna zimanê Zelensky ji ber daxwazên Amerîka û Ewrûpayê pêk tê.

Her du alî ligel bandorên wê yên negatîf ên global, fikar dikin Rûsya li Ûkraynayê çekên nukleer bi kar bîne.

Ev jî tirsa şerekî nukleer tîne rojevê û lewma jî her du alî ji bo pêşîgirtina vê niha ji Ûkraynayê ber bi muzakereyên bi Rûsyayê re dehf didin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …