Deriyên YE’yê ji Ukrayna û Moldovayê re vedibe

Komîsyona Ewrûpayê pêşniyaz kir, muzakereyên bi Ukrayna û Moldovayê re dest pê bike.

Ji bo endamtiyê divê her du welat reforman pêk bînin.

Komîsyonê ji bo Gurcostanê jî  statuya namzetiyê pêşniyaz kir.

Yekitiya Ewrûpayê (YE) îro bi biryarekê derî ji bo endamtiya Ukrayna û Moldovayê re vekir.

Komîsyona Ewrûpayê pêşniyaz kir, muzakereyên bi her du welatan dest pê bike.

Ukrayna û Moldova di riya endamtiyê de divê hin reformên ji wan tê xwestin bikin.

Bi taybetî ji Ukraynayê tê daxwazkirin, reformên li dijî gendeliya sîstema dewletê bike.

Daxwazeke din a ji vî welatî jî parastina kêmarên neteweyî yên di nava sînorên xwe de ye.

Kêmarên divê bên parastin kesên Rûsîaxêv, Belarûsî, Hûngar, Moldovî û Polonî ne.

Herwiha di derbarê daxwazên endamtiyê yên Gurcistan û Bosna-Hersekê de jî pêşniyaz hatin kirin.

Komîsyonê ji Yekitiya Ewrûpayê daxwaz kir, statuya namzetiyê bide Gurcistanê.

Herçî Bosna-Hersek bû, ji bo wê hat gotin, dema vî welatî krîtera ji bo endamtiyê pêk bîne wê muzakere dest pê bikin.

Hêjayî gotinê ye, pêşniyazên Komîsyonê di nava Pakêta Berfirehbûnê ya 2023’an de hatin kirin.

Infowelat

—————–

Foto: Alên YE, Ukrayna û Moldova /Ecpm.info

 

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Henry Kissinger wefat kir

Dîplomatê navdar ê Amerîkî Henry Kissinger wefat kir. Kissinger di dema karê xwe yê wekî …