Aloziya Hûngarya-Ewrûpayê kûr dibe

Victor Orban got, ew dikare hevdîtinên endamtiyê yên ji bo Ukraynayê asteng bike.

Nuqteya herî girîng a vê meseleyê xwe dispêre fonên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo Hûngaryayê.

Bruksel ji ber polîtîkayê hukumeta Orban dest daniye ser 13 milyar euroyên Hûngaryayê.

Aloziya di navbera Hûngarya û Yekitiya Ewrûpayê (YE) de bi daxuyanîyeke Orban hîn bêtir kûr bû.

Serokwezîrê Hûngaryayê Victor Orban got, ew dikare hevdîtinên endamtiyê yên ji bo Ukraynayê asteng bike.

Lîderê otorîter di parvekirineke xwe ya di Xê de got, “eşkereye ku pêşniyaza Komîsyona Ewrûpayê ya ji bo endamtiya Ukraynayê ne rast e û nebaş hatiye amadekirin.”

Meha borî jî Orban bi nameyekê ji serokê Komîsyona Ewrûpayê Charles Michel daxwaz kiribû, polîtîkaya yekitiyê ya ji bo Ukraynayê ji nû ve binirxîne.

Orban ji Michel re nivîsîbû, eger ev yek pêk neyê Hûngarya dikare 50 milyar euroyê ji bo Ukraynayê veto bike.

Bi dûv nameyê re, Charles Michel bi lez çûbû Budapeşteyê û bi Orban re hevdîtinekê kiribû.

Fonên ji bo Hûngaryayê

Parlamentoya Ewrûpayê bi rapora 2022’an qutkirina ji sêyan yekê fonên Ewrûpî pêşniyazê komîsyonê kiribû.

Parlamentoyê, hukumeta Victor Orban wekî “rejîmeke hibrîd a otokrasiya hilbijartinê ava kiriye” pênase kiribû.

Nuqteya herî girîng a vê meseleyê xwe dispêre fonên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo Hûngaryayê.

Bruksel ji ber sebebên binpêkirinên hiqûqa yekitiyê ya ji aliyê hukumeta Orban ve dest daniye ser 13 milyar euroyên Hûngaryayê.

Ev mijar cara ewil par hatibû rojeva Yekitiya Ewrûpayê.

Parlamentoya Ewrûpayê bi rapora xwe ya di îlona 2022’an ya li Strasbourgê, hukumeta Victor Orban wekî “rejîmeke hibrîd a otokrasiya hilbijartinê ava kiriye” pênase kiribû.

Di raporê de hatibû diyarkirin, Hûngarya nirxên bingehîn ên Yekîtiya Ewrûpayê yên wekî pergala hilbijartinê, serxwebûna darizandinê, azadiya xweîfadekirinê, pirdengiya medyayê, azadiya akademîk, mafên LGBT û parastina kêmar û penaberan îhlal dike.

Parlamentoya ewrûpî bi heman raporê qutkirina ji sêyan yekê fonên Ewrûpî pêşniyazê komîsyonê kiribû.

Infowelat

Foto: Axaftineke Victor Orban / Jêder: Facebook

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …