Plana Marshall a ji bo Ûkraynayê

Li paytexta Almanya Berlinê Konferansa Pisporan a Navneteweyî ya li ser Jinûveavakirin û Modernîzasyona Ûkraynayê hate lidarxistin.

Von der Leyen di daxuyaniya piştî konferansê de got, ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê wê pere û malên Rûsyayê yên li cîhanê bên desteserkirin.

Çawa Ûkraynaya di şerê bi Rûsyayê re hilweşiya ye wê ji nû ve bê avakirin?

Dostên navneteweyî yên rêvebiriya Kîevê ev çendekî ye li bersiva vê pirsê digerin.

Ji bo gotûbêja vê mijarê li Almanyayê Konferansa Pisporan a Navneteweyî ya li ser Jinûveavakirin û Modernîzasyona Ûkraynayê hate lidarxistin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen mazûvaniya vê bernameyê kirin.

Piştî konferansê, bi beşdariya Von der Leyen, Scholz û Wezîrê Karên Derveyê Ûkraynayê Denys Shmyhal daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Von der Leyen di axaftina xwe got, ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê wê pere û malên Rûsyayê yên li cîhanê bên desteserkirin.

Leyen wiha dirêjahî da axaftina xwe:

Me komeke xebatê ya bi navê ‘koma desteserkirinê” ya ji hemû pisporan û endamên Komîsyona Ewrûpayê ava kiriye. Karê vê komê, hem tespîtkirina pere û malên Rûsyayê yên li cîhanê ye û hem jî ji bo desteserkirina wan vekolîna şert û mercên hiqûqî ye. Ev xebat wê ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê bê kirin.

“Plana Marshall”

Almanya ev çendekî ye ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê Planeke Marshall pêşniyaz dike.

Amerîka piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ji bo jinûveavakirina Ewrûpayê, ev planê xistibû meriyetê.

Von der Leyenê destekê dide vê pêşniyaza Almanyayê ev jî şensê lidarxistina seferberiyeke ji bo vê mijarê zêdetir dike.

340 milyar dolar

Bankeya Cîhanê texmîn dike ji bo bajarên hilweşiyayî yên Ûkrayna jinûve bên avakirin, 340 milyar dolar pêwîst e.

Lêbelê Ûkrayna îdîa dike ji bo vê pêdiviya wê 750 milyar dolarî heye.

Berî niha Ursula von der Leyen diyar kiribû, Yekitiya Ewrûpayê wê ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê foneke 18 milyar euro ava bike.

Lê niha eşkere dibe, alîkariya Ewrûpayê ya di vê meseleyê de wê hîn zêdetir bibe.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …