Pereyê Biden ji bo Ukraynayê nema

Hukumeta Biden bi daxwaza alîkariyê nameyekê şand Kongre û Senatoya Amerîkayê.

Qesra Spî daxwaza 106 milyar dolarî kir.

61 milyar dolarê vî pereyî wê ji bo Ukraynayê bê bikaranîn.

Pereyê hukumeta Amerîkayê ya ji bo hukumeta Ukraynayê nema.

Hukumeta Biden bi daxwaza alîkariyê nameyekê şand Kongre û Senatoya Amerîkayê.

Name ji aliyê Dîrektora Ofîsa Rêvebirî û Butçeyê Shalanda Young ve hat nivîsandin.

Young di nameyê de got, “ji bo desteka şer a Ukraynayê pereyê me nema.”

Young da zanîn, “eger aboriya wê hilweşe Ukrayna wê nikaribe şerê xwe bidomîne.”

Di nameyê de Qesra Spî daxwaza 106 milyar dolarî kir.

61 milyar dolarê vî pereyî wê ji bo Ukraynayê bê bikaranîn.

Washington di heman demê de bi vê fonê wê alîkariya Îsraîlê jî bike.

Şertê Komargeran

Komargerên Kongre û Senatoyê vê carê ji bo pejirandina daxwaza vê fona mezin şertekî datînin pêşiya Joe Biden.

Komarger ji Biden dixwazin, ji nû ve vegere polîtîkaya hişk a li ser sînorên Amerîka û Meksîkayê.

Di dema Trump de bi mebesta pêşîgirtina koçberan dîwarek li ser sînor hatibû çêkirin.

Herwiha, Komarger ji hukumeta Biden dixwazin li Ukraynayê bibe xwedî polîtîkayeke rasyonel.

Biden dema hatibû ser kar, projeya dîwêr dabû sekinandin.

Kongreya Amerîkayê berî niha 111 milyar dolar ji bo Ukraynayê veqetandibû.

67 milyar dolar wekî alîkariya leşkerî ketibû destê Ukraynayê.

Amerîka 27 milyar ji vî pereyî di ji bo alîkariya aborî şandibû Ukraynayê.

Infowelat

Foto: Ala Amerîkayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …