Lûtkeya Aştîyê ya Ukraynayê ya li Swîsreyê dihat lidarxistin bi dawî bû.
Di belgeya hevpar de binê “rêza ji bo yekîtîya axê û serdestîya Ukraynayê” hat xêzkirin.
Lûtkeya Aştîyê ya Ûkraynayê ya li Swîsreyê dihat lidarxistin bi dawî bû.
Di civînên ku du roj dom kirin de bi deklerasyonekê hat weşandin.
Di belgeya hevpar de binê “rêza ji bo yekîtîya axê û serdestîya Ukraynayê” hat xêzkirin.
Ewlekarîya ji çekên nukleer û pêdivîya têra xwe hilberîna xurekan a di asta cîhanê de jî di belgeyê de cî girtin.
Ji 93 şandeyên tevlî vê bernameyê bûn 78 ji wan deklerasyonê îmze kirin.
Brazîl, Meksîka, Erebistana Siûdî, Afrîkaya Başûr, Îndonezya ê çend welatên mayî belgeyê îmze nekirin.
Li alîyekî din, tevî ku mijara bernameyê pêkanîna aştîyê bû, Rûsya ji bo lûtkeyê nehat vexwendin.
Herwiha, Çîn jî tevlî vê bernameyê nebû.
Tevlînebûna herdu welatan ji destpêkê ve serfirazîya vê bernameyê bi sînor kir.
Tevî vê jî, Ukrayna bernameyê wekî “serkeftineke dîplomatîk” pênase kir.
Piranîya welatên deklerasyonê îmze kirin, nêzîkî xeta sîyasî ya Amerîka û Ewrûpayê bûn.
Loma jî lûtke ji alîyê gelek kesan ve wekî xebateke din a dîplomasîya di asta cîhanê de ya desteka ji bo Ukraynayê tê dîtin.
Rûsya jî tam di dema bernameyê de şertên xwe yên ji bo aştîyê eşkere kirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, bi şertê ku Ûkrayna hemû Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijyayê ji Rûsyayê re bihêle û tevlî NATOyê nebe, ew ê aştîyê qebûl bikin.
———————————–
Foto: Dîmeneke ji roja dawî ya lûtkeya aştîyê ya li Swîsreyê/X.com
Infowelat