Putin li Ûkraynayê rewşa awarte ragihand

Rûsya li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê rewşa awarte ragihand.

Biryara derbarê rewşa awarte de ji aliyê Vladimir Putin ve hate eşkerekirin.

Rûsya dike nake nikare destkeftinên xwe yên li Ûkraynayê mayinde bike.

Piştî Ûkrayna êrişa xwe yên li dijî parêzgeha Xersonê giran kir, Moskow kete nava alarmê.

Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê bi mijara gotûbêja rewşa dawî civînek li dar xist.

Konseyê di civînê de biryar girt, li rojhilat û başûrêrojhilat ê Ûkraynayê rewşa awarte ragibihîne.

Putin got, beriya Donetsk, Lugansk, Xerson û Zaporijya tevlî Rûsyayê bibe wê rewşa awarte bê ragihandin.

Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê detayên biryarê de raya giştî agahdar kir.

Putin got, beriya Donetsk, Lugansk, Xerson û Zaporijya tevlî Rûsyayê bibe wê rewşa awarte bê ragihandin.

Putin diyar kir, di çarçoveya biryara rewşa awarte de wê tedbîrên ji bo ewlekariya silametiya welatiyan, parastina avahiyên girîng ên binesaziyê û îstikrara aboriyê  bê girtin.

Di îlonê de ji bo tevlîbûna Rûsyayê li parêzgehên Donetsk, Lugansk, Xerson ê Zaporijyayê referandûm hatibûn lidarxistin.

Di referandûman de piraniya nifûsa her çar herêman biryara tevlîbûna Rûsyayê dabûn.

Çend roj paşê Duma îlheqa parêzgehên Ûkraynayê qebûl kiribû û paşê serokomarê Rûsyayê Putin biryara îlheqê îmze kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ziman, siyaset û nasname: Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Xebatên Kurdî li Swîsreyê 

Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Xebatên Kurdî ku bi hevkariya Mala Kurdan û Akademîya Cûdî hate …