Şerê Ukraynayê belavî Rûsyayê dibe

Paytexta Federasyona Rûsyayê Moskow duh rastî êrişeke hewayî ya Ukraynayê hat.

Kirim û keştiyên şer ên Rûsyayê jî rastî êrişên cuda hatin.

Şerê li Ukrayna bi êrişên nû gav bi gav belavî Rûsyayê dibe.

Paytexta Federasyona Rûsyayê Moskow duh rastî êrişeke hewayî ya Ukraynayê hat.

Sê dronên Ukraynayê şeva sêşemê êriş birin ser Moskowê.

Yek ji dronan li nava bajêr ket xwarê û zirar û ziyan da derdorê.

Herwiha, bombeyên dronekê jî li avahiyeke li Moskowê ketin û bûn sebeba şewatê.

Rûsyayê ragihand, di dronên Ukraynayê yên tevlî êrişê bûne hatine xistin.

Çavkaniyên li Moskowê jî ragihandin, di êrişan de tu windahiyên însanî pêk nehatine.

Êrişên li Derya Reş   

Li aliyekî din, Wezareta Parastinê yê Rûsyayê da xuyakirin Ukrayna hewl daye bi dronên deryayê êrişî keştiyên şer ên Rûsyayê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, êrişa 340 km li başûrêrojavayê Sîvastopolê pêk hatiye negihîştiye hedefa xwe.

Paytexta Federasyona Rûsyayê Moskow. Bajêr ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve cara ewil rastî êrişan tê. Harîte: Wikimedia

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin, 16 dronên din jî ku hewl dane êrişî Kirimê bikin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatine xistin.

Hêjayî gotinêye, Ukrayna ji havîna par û vir ve car caran êriş dibe ser hedefên Rûsyayê.

Di Tîrmeha 2022’an de hin deverên bi ser bajarê Belgorod û Kurskê yên Rûsyayê rastî êrişan hatibûn.

Ukraynayê di êrişa Cotmeha 2022’an de jî êrişî Kirimê kiribû û qismeke Pira Kirimê hilweşandibû.

Ji ber vê êrişê bi rojan riya nîvgirava Kirimê ya bi Rûsyayê re qut bûbû.

Infowelat

Foto: Qesra Kremlin a li Moskowê /Wikimedia Commons

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …