Kampfpanzer Leopard 2 A5 bei einer Lehr- und Gefechtsvorführung. ....

Amerîka û Ewrûpa tankan didin Ukraynayê

Serokê Amerîkayê Joe Biden da xuyakirin, wê welatê wî 31 tankên Abraham bide Ukraynayê.

Almanya diyar kiribû, wê 14 tankên Leopard 2A6 bide artêşa Ukraynayê.

Piştî Almanyayê vê carê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  biryar da tankan bişîne Ukraynayê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden da xuyakirin, wê welatê wî 31 tankên Abraham bide Ukraynayê.

Biden di daxuyaniya xwe de li ser protestoyên hukumeta Moskowê jî sekinî û got, tankên Amerîkayê “li dijî Rûsyayê xetereyeke êrişê” pêk nayne.

Serokê Ukraynayê Zelensky bi parvekirineke xwe ya di medyaya civakî de spasiya Biden kir.

Zelenskyê bi rojane ji bo tankan zextê li Amerîka û Ewrûpayê dike biryara şandina tankan “rojeke dîrokî” pênase kir.

Zelensky got, “ev biryar di riya serkeftinê de gaveke girîng e.”

Tankên Almanyayê

Beriya Amerîkayê hukumeta Berlinê jî biryar dabû tankên Leopard 2 bişîne Ukraynayê.

Li Ewrûpayê hejmara tankên Leopard 1 û Leopard 2. Jêder: Reddit

Almanya diyar kiribû, wê 14 tankên Leopard 2A6 bide artêşa Ukraynayê.

Herwiha hukumeta Scholz destûrê dabû welatên din da ku bikaribin tankên Leopard 2 yên di destên xwe de bidin Ukraynayê.

Tevlî tankên Almanyayê, wê 62 tank bigihîje ber destên artêşa Ukraynayê.

Li aliyekî din, hukumeta alman biryarê da artêşa ukraynî hînî bikaranîna tankên nû bike.

Hîndekariya leşkerî wê di demeke kurt de li Almanyayê dest pê bike.

Foto: Wikipedia

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …