Ûkrayna li Xersonê pêş de diçe

Rûsya li Xersonê xwe ji bo şerê dawî amade dike.

Di çend hefteyên dawî de hêzên rûs yên li herêmê ji bo nekevin dorpêça artêşa ûkraynî ji hin deveran vekişiyabûn.

Ûkrayna li eniya başûr xwe ji bo êrişeke mezin amade dike.

Armanca Ûkraynayê ev e, bajarê Xersonê ya li peravên Derya Reş rizgar bike.

Xebera derbarê rewşa dawî ya li vê eniyê ji aliyê şêwirmendê serokatiya Ûkraynayê Oleksiy Arestovich ve hate ragihandin.

Arestovich got, artêşa Ûkraynayê ber bi navenda herêmê Xersonê ve pêş de diçe.

Di çend hefteyên dawî de hêzên rûs yên li herêmê ji bo nekevin dorpêça artêşa ûkraynî ji hin deveran vekişiyabûn.

Rewşa dijwar a li vê herêmê ji aliyê fermandarê nû yê hêzên rûs ên li Ûkraynayê Sergey Surovikin ve hatibû qebûlkirin.

Surovkin di hevpeyvîneke xwe de  gotibû, ji ber êrişa artêşa Ûkraynayê ew neçar in sivîlên li Xersonê tehliye bikin.

Hin çavkaniyên biyanî yên şer ji nêzîk ve dişopînin diyar kiribûn, artêşa rûs li Xersonê 20-30 km paş ve çûye.

Rûsya Xersonê tevlî hemû erdên wê 8 meh berê dagir kiribû.

Moskow tevlî herêmên din ên dagirkirî yên Ûkraynayê, Xersonê di îlonê de tevlî axa kiribû.

Biryara îlheqa Xerson û 3 herêmên din, piştî referandûmên li van herêman hatibû dayîn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …