Rusya ji Xersonê vedikişe

Wezîrê Parastinê Rûsyayê Sergey Shoigu di civîna xwe ya bi generalê rûs Sergei Surovikin de biryara vekişînê da.

Fermandarê hêzên rûs ên li Ûkraynayê Sergey Surovikin vekişîna ji Xersonê pêşniyazê Shoigu kir.

Rûsyaya di nava aloziya li Ûkraynayê diperpite, neçar dimîne terka hin herêman bike.

Moskow vê carê ragihand, ew ê ji bajarê Xersonê vekişe.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu di civîna xwe ya bi generalê rûs Sergei Surovikin de biryara vekişînê da.

Fermandarê hêzên rûs ên li Ûkraynayê Sergey Surovikin vekişîna ji Xersonê pêşniyazê Shoigu kir.

Surovikin got, rêvebiriya herêmî dixwaze hemû şêniyên li Xersonê derbasî peravê çepê yê Çemê Dinyeperê bike.

Herwiha Surovikin diyar kir, li vê herêma nû yê çep wê şerê parastinê yê ji bo artêşa rûs hêsantir bibe.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Shoigu pêşniyaza Surovikin erê kir û biryara vekişîna ji Xersonê da.

Ukrayna çi got?

Di vê navberê de, rêvebiriya Ukraynayê bi îhtiyat nêzîkî vekişîna Rûsyayê ya ji Xersonê bûn.

Şêwirmendê serokomarê Ukraynayê Mykhailo Podolyak di hesabê xwe yê medyaya sosyal de got, Rûsya dixwaze Xersonê bike “bajarekî mirinê.”

Podolyak got, hêzên Rûsyayê di hemû avahiyên Xersonê de mayinan bi cî dikin û paşê plan dikin bajar topbaran bikin.

Artêşa Ukraynayê jî di daxuyaniyeke xwe de qala pêşketina hêzên wê yên li herêma Xersonê kirin.

Serfermandarê artêşê Valeriy Zaluzhny îro ragihand, li başûrê Xersonê 6 navendên nû hatine rizgarkirin.

Zaluzhny got, destkeftinên li ser eniya Petropavlivka-Novoraiskê bi qasî 200 km² ye.

Xerson bi mewkiya xwe ya cografîk ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke gelek krîtîk e.

Bajar hem li peravên Derya Reş cî digire û hem jî bi Kirimê re xwedî sînor e.

Çima Xerson girîng e?

Xerson bi mewkiya xwe ya cografîk ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke gelek krîtîk e.

Bajar hem li peravên Derya Reş cî digire û hem jî bi Kirimê re xwedî sînor e.

Ev bajar di destpêka şer de ji aliyê Rûsyayê ve hatibû dagirkirin.

Paşê Moskow bi referandûmeke, ligel sê herêmên din, di 30’ê îlonê de Xersonê tevlî erdên xwe kiribûn.

Eger Xerson têkeve destên Ukraynayê wê Ûkrayna êdî bikaribe êriş bibe ser herêma Kirimê.

Parêzgeha Xersonê. Parêzgeh di navbera Kirim û Odesayê de ye. Lewma jî ji bo Rûsyayê ciyekî stratejîk e.

Kirim heta 2014’an herêmeke xweser a Ukraynayê bû.

Herêm di heman salê de bi referandûmeke rêvebiriya herêmî biryara tevlîbûna Rûsyayê da.

Rûsya jî vê di cî de qebûl kir û vê herêma xwedî ciyekî stratejîk îlheq kir.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …