Şerê ji bo Xersonê wê kengî dest pê bike?

Pisporên leşkerî diyar dikin, beriya zivistan dest pê bike Kîev dixwaze bajarê Xersonê rizgar bike.

Rûsya hem li eniyê amadekariya parastinê dike hem jî welatiyên li Xersonê tehliye dike.

Ûkrayna li Xersonê amadekariyên xwe yên ji bo êrişeke mezin berdewam dike.

Pisporên leşkerî diyar dikin, beriya zivistan dest pê bike Kîev dixwaze bajarê Xersonê rizgar bike.

Tê ragihandin, şiliya zivistanê wê bibe asteng tankên Ûkraynayê li herêmê pêş de biçin.

Herwiha, zivistana sar jî ne di lehê hêzên leşkerî yên Ûkraynayê de ye.

Artêşa rûs dikare zêdetir adapteyê sermaya zêde û qeşayê bibe.

Ji bilî vê, hêzên rûs li parêzgeha Xersonê qenalên avê yên ji bo çandiniyê wekî alaveke parastinê bi kar tînin.

Ev jî nîşan dide, Ûkraynaya ku dixwaze li eniya başûr dest bi êrişeke mezin bike, wê bi gelek dijwariyan re rû bi rû bimîne.

Lê ev awantajên coxrafîk û demsalî fikarên Rûsyayê yên li eniya Xersonê ji holê ranake.

Lewma fermandariya hêzên rûs a li Ûkraynayê kurtedemek berê biryara tehliyeya welatiyên li Xersonê da.

Di nava heftiyekê de 70.000 hezar kes terka bajêr û erdên li derdorê kirin.

Kesên terka vir dikin li milê çepê yê Çemê Dinyeperê ya di bin kontrola Rûsyayê de tên bicîkirin.

Ev jî nîşan dide Rûsya digel daxuyaniyên wê yên propagandîf, derbarê rewşa li seheyê realîst tevdigere.

Di nava heftiyekê de 70.000 hezar kes terka bajêr û erdên li derdorê kirin.

Xersonê di navbera herêma Kirimê û bajarê Odesayê de cî digire. Lewma jî xwedî coxrafyayeke stratejîk e.

Rûsya piştî li eniya rojhilatê Xarkovê, niha jî li Xersonê ji têkçûneke leşkerî ditirse.

Xerson hem li peravên Derya Reş cî digire û hem jî bi Kirimê re xwedî sînor e.

Tirsa mezin a Rûsyayê ev e, eger Xerson ji dest biçe wê Kirim veguhere eniyeke nû yê şer.

Ev jî dikare bibe sebeb li Ûkraynayê alozî hîn bêtir kûr bibe û şer ji kontrolê derkeve.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …