Ewrûpa gefa tedbîran li Polonyayê xwar

Komîsyona Ewrûpayê ji ber tedbîrên hişk ên li ser sînor, gefa ambargoyê li Polonyayê xwar.

Ajovanên qemyonan û cotkarên Polonyayê ji 6ê mijdarê û vir ve li çend deriyên sînor hatûçûna ber bi Ukraynayê ve asteng dikin.

Aloziya hatûçûna qemyonan a di navbera Polonya û Ukraynayê de ket rojeva Yekitiya Ewrûpayê.

Komîsyona Ewrûpayê ji ber tedbîrên hişk ên li ser sînor, gefa ambargoyê li Polonyayê xwar.

Komîserê Ewrûpî yê Hatûçûnê Adina Valean got, ew nikarin rewşa li ser sînorê Polonya-Ukraynayê qebûl bikin.

Valean wiha axivî:

“Ez destekê didim mafê protestoyê lê Ukraynaya niha di nava şer de ye nikare bi girtina sînorên me rehîn bê girtin.”

Ajovanên qemyonan û cotkarên Polonyayê ji 6ê mijdarê û vir ve li çend deriyên sînor hatûçûna ber bi Ukraynayê ve asteng dikin.

Di encama çalakiyê de, li hin deveran dirêjahiya rêza qemyonan ji 30 km derbas kiriye.

Polonya çi dixwaze?

Çalakvanên Polonî dixwazin wekî berê ji bo mafê kişandina bar destûr li ser ajovanên Ukraynî bê ferzkirin.

Par, Yekitiya Ewrûpayê ji bo destekê destûra navborî ya ji bo ajovanên ji Ukraynayê betal kiribû.

Herwiha çalakgerên Polonî daxwaz ji Ukraynayê dikin, sîstema elektronîk a kontrolê ji bo qemyonên vala ji vî welatî vedigerin, betal bike.

Bazirganiya sînor ya Polonya-Ukraynayê gelek pêşketî ye. /Harîte: Researchgate

Hukumeta Warşovayê diyar dike, beriya şerê li Ukraynayê 38 ji % bazara transportê di destên ajovanên Polonî de bû.

Li gorî hukumetê, heman rêje niha daketiye 8 ji % yê hemû bazirganiya transportê.

Ev jî tê vê wateyê, 92 ji vê bazirganiyê niha ketiye destên ajovanên ji Ukraynayê.

Infowelat

Foto: Ukrinform.net

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …