Arşîvên Tag: ewrûpa

Ewrûpa ji bo Xezayê banga agirbestê kir

Yekitiya Ewrûpayê di meseleya Xezayê de  ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kir. Biryara dawî ya 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê di civîna du rojan a li Brukselê hat girtin. Yekitiya Ewrûpayê di şerê Îsraîl-Hamasê de helwesta xwe diyar kir. Lîderên Ewrûpî ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kirin. Biryara dawî …

Bêtir »

Diyaspora ji bo Ocalan çalakî li dar xist

Girtina lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25. salvegera xwe de hat protestokirin. Di serî de li Almanyayê, li Fransa, Swîsre, Swêd û Hollandayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Girtina lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25. salvegera xwe de hat protestokirin. Navenda çalakiyên îsal wekî yên salên dawî bi giranî welatên Ewrûpayê …

Bêtir »

Li Slovakyayê Robert Fico bi ser ket

A.Rahman Çelîk Hilbijartina parlamentoyê ya Slovakyayê li  bû sebeba serkeftina siyaseta dûrî tifaqa Rojava. Li gorî encaman, SMER-SD ku partiya serokwezîrê berê Robert Fico ye, bû hêza siyasî ya yekem Welatên Rojhilatê Ewrûpayê bi siyaseta xwe ya serdest gav bi gav ji Yekitiya Ewrûpayê dûr dikevin. Slovakya bi dûv Hûngaryayê …

Bêtir »

Perwerdeya Kurdî li Swîsreyê pêş dikeve

Perwerdeya Kurdî li nava kantonên cuda yên Swîsreyê belav dibe. Îsal wê li Lozan, Cenev, St.Gallen, Chur, Kloten û Rapperswilê jî kursên Kurdî dest pê bikin. Perwerdeya Kurdî li nava kantonên cuda yên Swîsreyê belav dibe. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê pêşengiya ji xebatên perwerdeyê re dike. Par li Zurih, Winterthur …

Bêtir »

Biryara ji bo fermîbûna Katalanî hate taloq kirin

Ji civîna Konseya Ewrûpayê biryara derbarê fermîbûna Katalanî, Baskî û Galîsî de ku Îspanya li bende bû, derneket. Biryar hate dayîn, beriya dengdan pêk were çarçoveya hiqûqî ya fermîbûna zimanan bêtir bê lêkolînkirin. Dengdana li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê wê di Cotmehê de bê lidarxistin. Ji civîna Konseya Ewrûpayê biryara …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo ziman bang li Brîtanyayê kir

Konseya Ewrûpayê bang li Brîtanyayê kir zimanên kêmar ên di nava sînorên xwe de biparêze. Di rapora konseyê de zimanên li Bakurê Îrlandayê, Skotland, Cornwall û Welatê Galê cî girtin. Rapor bi mebesta şopandina Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî (FCPNM) hate nivîsandin. Ewrûpayê rapora xwe ya derbarê …

Bêtir »

Fransa: Divê Beşar Esed bê mehkemekirin

Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherine Colonna: Divê Beşar Esed bê mehkemekirin. Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck: Almanya û Yekitiya Ewrûpayê têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re asayî nakin. Tevlîbûna Esed a Komkara Ereb bûbû sebeb pirsa ku “gelo îzolasyona di asta cîhanê de ya hukumeta …

Bêtir »