Ewrûpa pêdiviyê bi karkeran dibîne

Daneyên dawî nîşan dan, ji sala 2020’an û vir ve hin sektorên nikarin têra xwe karkeran peyde bikin.

Li gorî rapora dawî ya Komîsyona Ewrûpayê, kêmasiya karkeran îsal gihîştiye 3 ji %.

Yekitiya Ewrûpayê ji bo sektora xwe ya kar têra xwe karkeran peyde nake.

Daneyên dawî nîşan dan, ji sala 2020’an û vir ve hin sektorên nikarin têra xwe karkeran peyde bikin.

Li gorî rapora dawî ya Komîsyona Ewrûpayê, kêmasiya karkeran îsal gihîştiye 3 ji %.

Tiştekî balkêş ev e, digel zêdebûna rêjeya îstîhdamê, kêmasiya karkeran hîn jî berdewam dike.

Nifûsa kesên di temenê xebatê de li welatên Ewrûpayê di 2022’an de 265 milyon bû.

Komîsyona Ewrûpayê ragihand, ev hejmar wê di 2030’an de dakeve 258 milyonî.

Ev jî ji niha ve hin welatên Yekitiya Ewrûpayê dixe nava fikaran.

Kîjan welat herî zêde pêdivî bi karkeran dibîne?

Di nava endamên Yekitiya Ewrûpayê de herî zêde pêdiviya Holandayê bi karkeran heye.

Kêmasiya karkeran li vî welatî bi giştî gihîştiye 4.7 ji % yê hemû karên heyî.

Belçîka, Awusturya û Almanya sê welatên din in ku di vê mijarê de Holandayê dişopînin.

Ji bo kîjan kar karker nayên peydekirin?

Karê softwareê di nava hemû karan de yê yekemîn e ku karker bi dijwarî tên peydekirin.

Bi dûv vê re, di warê dîtina asîstanên firotanê de dijwariyên peydekirina karkeran heye.

Karê softwareê di nava hemû karan de yê yekemîn e ku karker bi dijwarî tên peydekirin.

Bi dûv vê re, di warê dîtina asîstanên firotanê de dijwariyên peydekirina karkeran heye.

Sektorên din ên problema kêmasiya karkeran lê giran bûye reklam, bazarkirin-firotan û hilberîna li febrîqeyan e.

Herwiha, sektorên mihendisî û lêkolînên ji bo pêşxistina aboriyê jî (research-development) bi zehmetî karkeran peyde dikin.

10 karên herî zêde di reklamên online yên li Yekitiya Ewrûpayê tê daxwazkirin. (Rapora Komîsyona Ewrûpayê)

Tedbîrên Almanya û Denmarkê

Hêjayî bibîrxistinê ye, Almanya ji bo peydekirina karkerên di Kanûna 2022’an de reformeke koçberiyê qebûl kiribû.

Almanya bi vê qanûnê şert û mercên hatine karkerên ji derveyî Yekitiya Ewrûpayê hêsan kiribû.

Hukumeta Denmarkê jî ji bo xwendekarên navneteweyî li welêt bimînin û dest bi kar bikin gavekê avitibû.

Denmark mafê vîzeya ku dirêjahiya wê 3 sal in, dabû xwendekarên navneteweyî.

Fotoyê destpêkê: Alên welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê. /Wikipedia

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …