Rotaya Tirkiye-Îtalyayê eşkere bû

Îtalya li dijî komeke kaçaxçiyan ku ji Tirkiyeyê penaberan danî Ewrûpayê, operasyonekê li dar xist.

Îtalya ragihand, berpirsên koma kaçaxçiyan ji welatên Rojhilata Navîn in û piraniya wan Kurdên Iraqê ne.

Ji bo rêwîtiya ji Tirkiyeyê heta Ewrûpayê serê her mirovî di navbera 7,000 an 15,000 euro hatiye girtin.

Îtalya li dijî komeke kaçaxçiyan ku ji Tirkiyeyê penaberan danî Ewrûpayê, operasyonekê li dar xist.

Polêsên Îtalî li Brindisi, Foggia, Grossetto, Imperia, Lecce, Milan, Torino û 29 kesan girtin.

Navenda vê operasyona mezin bajarê Catanzaro ya li başûrê welêt bû.

Hat ragihandin, çeteyeke navneteweyî ku di navbera Tirkiye û Ewrûpayê de kaçaxçitiya mirovan dike, hat hilweşandin.

Li gorî agahiyan, ev çete ewil mirovan ji Tirkiyeyê danî Yûnanistanê û paşê bi riya keştiyan ew dibirin Îtalyayê.

Mirovên digihîştin başûrê Îtalyayê, bi riya bejahî an jî bi trênan neqlî bakurê Îtalyayê dihatin kirin.

Ji vir jî, mirov bi kaçaxî derbasî welatên li navend an li bakurê Ewrûpayê dibûn.

Ji bo rêwîtiya ji Tirkiyeyê heta Ewrûpayê serê her mirovî di navbera 7,000 an 15,000 euro hatiye girtin.

Ev pere qonax bi qonax ji mirovan hatiye girtin û kesên nikaribûne vê bidin, di nîvê rê de hatine hiştin.

Îtalya ragihand, berpirsên koma kaçaxçiyan ji welatên Rojhilata Navîn in û piraniya wan Kurdên Iraqê ne.

Koçberiya ber bi Îtalyayê ve

Îtalya di çend salên dawî de rastî pêleke pir mezin a koçber û penaberan tê.

Riya sereke ya rêwitiya kaçax a ber bi vî welatî ve rotaya di navbera Bakurê Afrîkayê û Îtalyayê de ye.

Îsal heta vê rojê 45,000 mirov bi riya Derya Spî xwe gîhandin peravên Îtalyayê.

Qismeke biçûk a ji vê hejmarê koçber û penaberên ji Tirkiyeyê ne ku hin ji wan di ser Yûnanistanê re digihîjin Îtalyayê.

—————–

Harite: Rotaya koçber û penaberên bi riya kaçax ji Tirkiyeyê tên Îtalyayê. | Foto: ANSA/Asayişa Îtalyayê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …