Diyaspora ji bo Ocalan çalakî li dar xist

Girtina lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25. salvegera xwe de hat protestokirin.

Di serî de li Almanyayê, li Fransa, Swîsre, Swêd û Hollandayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Girtina lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25. salvegera xwe de hat protestokirin.

Navenda çalakiyên îsal wekî yên salên dawî bi giranî welatên Ewrûpayê bûn.

Di serî de li Almanya, Fransa, Swîsre, Swêd û Hollandayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Norwêc, Denmark, Kanada û Awustralya jî bûn çend welatên din ku malovaniyê ji çalakiyan re kirin.

Almanya bi 12 bajarên çalakî lê hatin lidarxistin, di protestoyan de derket pêş.

Berlin, Duisburg, Darmstadt û Hannover bi beşdariya mezin ji çalakiyan re serkêşiyê kirin.

Li Fransayê çalakiya herî girseyî li bajarê Marsilyayê pêk hat.

Di çalakiyan de pankartên “Abdullah Ocalan Serbest Berdin” û “Ji bo Kurdistanê re Statu“ hatin hilgirtin.

Herwiha, êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava di hemû çalakiyan de hatin protestokirin.

TUC (Kongreya Sendîkayan) a li Brîtanyayê di 2019’an de bernameyeke xwe de daxwaza Azadiya Ocalan kiribû. /Foto: ANF

Çalakiyên li 74 navendan

‘Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ ji çalakiyeke navneteweyî re pêşengiyê kir.

Li aliyekî din, ‘Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ ji çalakiyeke navneteweyî re pêşengiyê kir.

Platform, di çarçoveya vê çalakiyê de li 74 bajarên li cîhanê daxuyaniyên çapemeniyê li dar xist.

Bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewrûpa, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, bû yek ji navendên girîng ên çalakiyê.

Tevî Ewrûpayê, li Bangladeş, Pakistan, Japonya, Hîndistan, Kenya, Afrîkaya Başûr û li hin welatên Latîn Amerîkayê di heman demê de daxuyanî hatin dayîn.

Akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, û nûnerên gelên xwecihî tevlî daxuyaniyan bûn.

Di daxuyaniyan de rola ji bo aştiyê ya Ocalan derket pêş û ji bo hevdîtina bi wî re banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.

Abdullah Ocalan

Abdullah Ocalan lîderekî Kurd e ku li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan alîgirên wî hene. Ocalan tevlî çend hevalên xwe, di 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir. PKK di 1984’an de ji bo rizgariya Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê dest bi şerê gerîla kir.
Ocalan ji ber zexta şer a dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê, di 1998’an de neçar ma terka vî welatî bike. Yûnanistan bû welatê yekemîn ku Ocalan xwest îltîca bike. Ji ber ku hukumeta Yûnan vê red kir, Ocalan çû Îtalya û Rûsyayê. Lêbelê her du welat jî daxwazên Ocalan red kirin û lîderê PKK’ê neçar ma biçe Kenyayê. Ocalan di Sibata 1999’an de bi operasyoneke navneteweyî li Kenyayê teslîmî dewleta Tirk hat kirin.
Tirkiye bi dadgeheke neadil Ocalan mehkeme kir û cezayê îdamê lê birî. Paşê ceza nehat înfazkirin û veguherî cezayê girtîgehê yê heta hetayê. Ocalan niha di bin tecrîdeke giran de tê girtin û ji 2020’an û vir ve bi wî re hevdîtin nikare bê kirin.

Foto: Çalakiyeke ji bo azadiya Ocalan a li Almanyayê hat lidarxistin. /Foto: ANF

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …