Ala Flaman di 1973’an de hate naskirin

Ala herêma Flander ku warê neteweya Flaman e, 50 sal berê bi fermî hate naskirin.

Biryara di warê alê de, di 1973’an de di rojnameya fermî ya dewletê de hate weşandin.

Ala Flaman ji ber wêneyekî pirtûkekê ku di salên 1560-1570 de hatibû weşandin, hatiye girtin.

12’ê Îlonê ji bo herêma Flander a li Belçîkayê rojeke dîrokî bû.

Ala herêma ku warê neteweya Flaman e, 50 sal berê di vê rojê de bi fermî hate naskirin.

Biryara di warê alê de, di 1973’an de di rojnameya fermî ya dewletê de hate weşandin.

Di dema mijara gotinê de Belçîka welatekî navendîparêz bû û damezrandina herêman nîqaş dikir.

Flaman li Belçîkayê wekî Civakeke Çandî ya Holandîaxêv hatibûn qebûlkirin.

Bi biryara fermî, ligel naskirina alê, sirûdeke neteweyî û roja tetîlê ya neteweyî ya Flamanan jî hatibû qebûlkirin.

Ev yek ji bo Flamanan wekî pengavekê bû û bi riya netewperestiya Flaman pêk hatibû.

Ala Flaman ji ber wêneyekî pirtûkekê ku di salên 1560-1570 de hatibû weşandin, hatiye girtin.

Ev wêneyê şêr, paşê bi xebateke hin netewperestên Flaman bû bingeha ala neteweyî.

Ku der e Flander?

Flander di sala 1980’an de statuya herêmê û paşê jî di 1993’an de statuya herêma federal wergirtî ye.

Her du partiyên gewre yên Flanderê  – NVA û Vlaams Belang – serxwebûna herêmê daxwaz dikin.

Flander yek ji sê herêmên Belçîkayê ye ku li bakurê welêt, berûberê sînorên bi Holanda re cî digire.

Nifûsa Flanderê di ser 6 milyonî re ye û digel ne di nava erdên wê de ye, paytexta herêmê Bruksel e.

Flander di sala 1980’an de statuya herêmê û paşê jî di 1993’an de statuya herêma federal wergirtî ye.

Herêma Flander û Walonya yên Belçîkayê. /Harîte: Researchgate

Herêma ku bi Flamanî diaxive, ji ber hilberîna xwe wekî motora aboriya Belçîkayê tê naskirin.

Her du partiyên gewre yên Flanderê  – NVA û Vlaams Belang – serxwebûna herêmê daxwaz dikin.

Sebeba esasî ya serxwebûnê dewlemendiya aboriyê û ziman û dîroka cihê ya Flaman e.

Infowelat

Foto: Ala Flander. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …