3.2 milyon penaber li Almanyayê ne

Li gorî agahiyeke dawî, li Almanyayê navê 3.2 milyon penaberan di Tomara Navendî ya Biyaniyan de hatiye nivîsandin.

Hukumeta Alman diyar dike, sebeba vê hejmara ewqas mezin ji ber şerên li Afganistan û Ukraynayê ye.

Tevlî kesên îsal hatine welêt, hejmara penaberên Ukraynî ji milyonekî derbastir kiriye.

Li aliyekî din, hejmara penaberên ji Afganistanê hema hema gihîştiye 400,000’î

Almanya ragihand, hejmara penaberan li nava sînorên wê derketiye asteke rekorê.

Li gorî vê agahiyê, navê 3.2 milyon penaberan di Tomara Navendî ya Biyaniyan de hatiye nivîsandin.

Ev hejmara ji aliyê hukumeta federal ve hatiye eşkerekirin, ji agahiyên heta meha Hezîrana 2023’an pêk tê.

Ev hejmar ji kesên îltîcaya wan hatine qebûlkirin, penaberîxwazên şer û îltîcaxwazan pêk tê.

Hejmara dawî ji ya 6 meh berê bi qasî 111,000 zêdetir e.

Hukumeta Alman diyar dike, sebeba vê hejmara ewqas mezin ji ber şerên li Afganistan û Ukraynayê ye.

Tevlî kesên îsal hatine welêt, hejmara penaberên Ukraynî ji milyonekî derbastir kiriye.

Li aliyekî din, hejmara penaberên ji Afganistanê hema hema gihîştiye 400,000’î.

Di Tomara Navendî ya Biyaniyan de agahiyên kesên serlêdana wan hatine redkirin û biryara terka wan a Almanya hatiye dayîn jî cî digirin.

Ji 279,000 kesan hatiye daxwazkirin terka welêt bikin, lê ji ber xetereya li hember jiyanê an ji ber sebebên însanî gelek ji wan li Almanya mane.

Digel ku ji 279,000 kesan hatiye daxwazkirin terka welêt bikin, ji ber xetereya li hember jiyanê an ji ber sebebên însanî gelek ji wan li Almanya mane.

80 ji % ji van kesan ji bo jiyana xwe ya li Almanya bidomînin belgeya “Duldung” (destûra toleransê) wergirtine.

Qismek kesên ku biryara wan a terka welêt hatiye dayîn, ji ber sebebên perwerdeyê an xebatê destûra mayina li Almanya wergirtine.

Kîjan welat ewle ne?

Lîderê Xristiyanên-Demokrat Friedrich Merz daxwaz kir, Tûnis, Marok û Hîndistan jî di nava lîsteya welatên ewle de bên bicîkirin.

Hukumeta Alman bi pêşniyazeke di parlemenê de Moldova û Gurcistanê jî di lîsteya welatên ewle de bi cî kiribû.

Hejmara zêde penaberan li di nava siyaseta Almanyayê de bû sebeba nîqaşan.

Lîderê Xristiyanên-Demokrat Friedrich Merz got, divê kesên hejmara kesên “Duldung” werdigirin bê kêmkirin.

Merz ji bo vê jî ji hukumetê xwest Tûnis, Marok û Hîndistanê jî têxe nava lîsteya welatên ewle.

Lêbelê di serî de Wezîra Karên Derve yê Annalen Baerbock, hin endamên hukumetê li dijî pêşniyaza siyasetvanên rastgir helwest nîşan didin.

Çendekî berê, hukumeta Alman bi pêşniyazeke di parlemenê de Moldova û Gurcistanê jî di lîsteya welatên ewle de bi cî kiribû.

Di lîsteya fermî ya welatên ewle ya Almanyayê de ev welat hene:

Hemû welatên Yekitiya Ewrûpayê, Gana, Senegal, Bosna-Hersek, Sirbistan, Makedonyaya Bakur. Albanya, Kosova û Montenegro.

Serîlêdanên ji Tirkiyeyê 

Rapora dawî ya derbarê 7 mehên pêşî yên sala 2023’an de nîşan dabûn, Tirkiye di warê serîlêdanan de welatê sêyemîn e.

Îsal Ofîsa Koçberî û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) diyar kiribû, serîlêdanê penaberiyê yên ji Tirkiyeyê jî zêde dibin.

Rapora dawî ya derbarê 7 mehên pêşî yên sala 2023’an de nîşan dabûn, Tirkiye di warê serîlêdanan de welatê sêyemîn e.

Bi vê raporê derketibê holê, di 7 mehên îsal de serlêdanên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî par bi rêjeyeke mezin zêdetir bûne.

Heta Tîrmehê de 23,674 kes serî li îltîcayê dane û ev rêje li gorî sala borî ji 78 ji % zêdetir bûye.

Welatiyên Sûriye, Afxanistan û Tirkiyeyê di serê lîsteya serîlêdanan de cî digirin.

Di 7 mehên îsal de bi giştî 188,967 kesan li Almanyayê serî li penaberiyê dane.

Di 2022’an de 181,000 li Almanyayê serî li penaberiyê dabûn.

Ji îltîcaxwazan 100,000 kes mafê penaberiyê wergirtibûn.

Foto: Parlamentoya dîrokî ya Almanyayê Reichtag. Ev der ciyê Parlamentoya Almanyayê ya nû Bundestag e. /Jêder: Wikimedia Commons

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …