Wisa xuya dike ligel hemû retorîka xwe ya dostanî û aştiyê jî, di krîza li Rojhilatê Ewrûpayê de dewleta tirk neçar dimîne xwe nêzîkî aliyekî bike. Peymanên dawî yên roja pêncşemê hatin îmzekirin nîşan didin, aliyê ku Enqere wê ligel wî cî bigire Kîew e. Erdoganê ku heta niha tim …
Bêtir »Fînland endamtiya NATO’yê red kir
Fînland welatekî li bakurê Ewrûpayê ye û bi Rûsyayê re 1340 km sînorên wê hene. Fînland piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di polîtîkaya derve de pozîsyoneke bêalî tercîh kir. Ev jî welêt kir pireke dîplomasiyê ya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de. Serokwezîra nû ya Fînlandê Sanna Marin derbarê …
Bêtir »Li Ûkraynayê rîska şer bilind bû
Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê, ji bo kêmkirina aloziya di navbera endamên NATO û Yekitiya Sovyetê de, sala 1975’an li paytexta Fînland Helsînkiyê hatibû damezrandin. Rêxistin di mijara ewlekariyê de însîyatîfa herî mezin a Ewrûpayê ye ku tê de 57 welat tên cem hev. Civîna 57 endamên Rêxistina …
Bêtir »Îrlandî bû zimanê xebatê yê YE’yê
Zimanê Îrlandî (galîkî) bû zimanê xebatê yê Yekitiya Ewrûpayê….Ev zimanê ku li welatê xwe hema bêje li ber sikratê ye, bi vî awayî li saziyên Ewrûpî bû xwedî stargehekê…Îrlandî, tevlî Îngilîzî yek ji zimanê fermî yê Îrlandayê ye, lê dîsa jî hebûna wî di xetereyê de ye. Ev nûçeya ku …
Bêtir »Siyaseta Moskowê ya „Gefa Çavtirsandinê”
Pispor hewldanên dawî wekî konsepta aggressive deterrence ango “gefa çavtirsandinê” binavdikin û didin zanîn wê Moskow vê pozîsyonê bike yek ji stûnên têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re. Polîtîkaya dawî ya Rûsyayê ku wekî konseptek tê binavkirin, ji aliyê serokomarê vî welatî Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin. Pûtîn di …
Bêtir »Puigdemont û Junqueras ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin
Serokên partiyên serxwebûnxwaz ên li Katalonyayê di hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewrûpayê de hatin lidarxistin de bi ser ketin. Di hilbijartinê de partiyên serxwebûnxwaz hema hema ji % 50’yê dengên li Katalonyayê girtin û du lîderên katalan bi ser ketin. Wekî ku dihat texmînkirin, serokê Katalonyayê yê li sirgûnê Carles …
Bêtir »Pêşniyazên Bolzano/Bozenê deh sal li dûv xwe hişt
Sala 2018’an dehemîn salvegera Pêşniyazên Bolzano/Bozenê yên li ser Kêmarên Neteweyî di Têkiliyên Navdewletî de ye. Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (REHE) di salvegera dehemîn a Pêşniyazên Bolzanoyê yên li ser kêmarên neteweyî bernameyekê li dar xist. Bernameya ku bi pişgiriya herêma …
Bêtir »Lorant Vincze: Hin dewletên ewrûpî rêzê ji mafên kêmaran re nagirin
Serokê Yekitiya Federal a Gelên Ewrûpayê Loránt Vincze beşdarê semînerekê li ser kêmarên Ewropayê hatibû lidarxistin bû û dîtinên balkêş anî ziman. Semîner ji aliyê Akademiya Alman a Buroya Derve di 12’yê Tîrmehê de hat li dar xistin û Serok û Sekreterê Giştî yê Meclîsa Parlamenter û Komîseriya Bilind a …
Bêtir »Nexşeriya cihêrengiya ziman a Ewrûpayê
Tora Destekirina Cihêrengiya Ziman (NPLD) di 5’ê Sibatê de li Parlamentoya Ewrûpayê Nexşêriya Cihêrengiya Ziman a Ewrûpî ji raya giştî re eşkere kir. Di nexşeriyê de NPLD balê kişand ser teahuda Yekitiya Ewrûpayê (YE) ya ji bo cihêrengiya ziman ku destekê dide ji bo parastina hemû zimanên li …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat