Biryara ji bo fermîbûna Katalanî hate taloq kirin

Ji civîna Konseya Ewrûpayê biryara derbarê fermîbûna Katalanî, Baskî û Galîsî de ku Îspanya li bende bû, derneket.

Biryar hate dayîn, beriya dengdan pêk were çarçoveya hiqûqî ya fermîbûna zimanan bêtir bê lêkolînkirin.

Dengdana li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê wê di Cotmehê de bê lidarxistin.

Ji civîna Konseya Ewrûpayê biryara derbarê Katalanî, Baskî û Galîsî de ku Îspanya li bende bû, derneket.

Îspanya li bende bû di vê civînê de Konseyê fermîbûna zimanê Katalanî, Baskî û Galîsî ya li saziyên Ewrûpayê qebûl bike.

Pêşniyaza Îspanyayê ji aliyê wezîrên 27 welatên endamên Yekitiya Ewrûpayê ve hate gotûbêjkirin.

Di gotûbêja ku 40 deqîqe ajot de, tu welat li hemberê fermîbûna her sê zimanan derneketin.

Lêbelê hin welat daxwaz kirin, beriya dengdan pêk were çarçoveya hiqûqî ya fermîbûna zimanan bêtir bê lêkolînkirin.

Lewma jî biryar hate dayin, dengdana li ser mijarê di Cotmehê de bê lidarxistin.

Ji bo zimanên navborî li Yekitiya Ewrûpayê bibin fermî, divê hemû 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê pêşniyaza Îspanyayê erê bikin.

Tê ragihandin, Almanya, Holanda û Awisturya bi hinceta wê mesref zêde bibin, naxwazin zimanekî din li saziyên Ewrûpayê bibe fermî.

Îspanya ji bo vê hincetê ji holê rake, mesrefên piştî fermîbûna zimanan wê derkevin holê, li xwe girtibû.

Lê ev biryar li ser beşdarên civînê bandorê nekir û biryara dengdanê hate taloqkirin.

Dı civînê de Wezîrê Karên Derveyê Îspanyayê Jeose Manuel Albares diyar kiribû, Katalanî, Baskî û Galîsî ne zimanên kêmar in û lewma jî divê di asta Yekitiya Ewrûpayê de bibin fermî.

Katalan Îspanyayê rexne kirin

“Katalanî divê heta niha li Yekitiya Ewrûpayê bûbûna zimanê fermî.  Lê ev pêk nehat. Ji ber ku hukumeta Îspanyayê di dema xwe de karê xwe nekir.”

Digel van hewldanên dawî jî hukumeta Katalonyayê ji ber taloqkirina biryarê Îspanyayê rexne kir.

Berdevka hukumeta Katalan Patricia Plaja woha axivî:

Katalanî divê heta niha li Yekitiya Ewrûpayê bûbûna zimanê fermî.  Lê ev pêk nehat. Ji ber ku hukumeta Îspanyayê di dema xwe de karê xwe nekir.”

Serîlêdana Îspanyayê

Îspanya ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê di 17’yê Tebaxê de serîlêdan kiribû.

Îspanya ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê di 17’yê Tebaxê de serîlêdan kiribû.

Nûnerê Îspanyayê yê Yekitiya Ewrûpayê Marcos Alonso bi nameyekê daxwaza hukumeta xwe pêşkêşî Konseya Ewrûpayê kiribû.

Nameya fermî ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares ve hatibû îmzekirin.

Di nameyê de ji Konseya Ewrûpayê hate daxwazkirin Katalanî, Baskî û Galîsî wekî zimanê fermî qebûl bike.

Infowelat

Fotoyê bergê: Civîna wezîrên endam ên Konseya Ewrûpayê a 19’ê Îlonê. /Jêder: Catalannews 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …